NÛÇE

‘Em ê serî netewînin’

Dem : 08 Sermawez 2018 Pêncşem

Li Qersê, di operasyona 26’ê cotmehê de, Parlamentera Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) ya berê Şafak Ozanli, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Qersê Cengîz Anli, Hevserokê HDP’ê yê Qersê Ekrem Savci û Hevserokê HDP’ê Qersê yê berê Cengîz Topbaşli hatin binçavkirin û girtin. Bertekên li dijî girtina siyasetmedaran berdewam dike. Rêxistina HDP’ê ya Qersê, der barê girtina siyasetmedaran de, li avahiya partiyê bi tevlêbûna gelek kesan daxuyanî da.

Şêwirmendê Serokwekîlê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen Hayatî Mehmetoglu yê ku di heman operasyonê de hatin binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hat berdan, daxuyanî da.

Mehmetoglu diyar kir ku polîsan deriyên malên wan şikandin û ew binçavkirin. Mehmetoglu da zanîn ku du caran binçavkirin dirêj kirin û wiha got: “Ez hatim berdan lê 4 siyasetmedarên din belesebep û bêhiqûq girtin. Êdî daraz bûye amûrê desthilatdariyê. Bi girtin û binçavkirinan dixwazin HDP’ê têk bibin û partiyê terorîze bikin. Em dixwazin hevalên me dimildest bên berdan û dawî li vê bêhiqûqiyê be.” QERS

 

 

 

Albuma Nûçeyê