JIN

‘Em ê li meclisê şoreşa jinan pêk bînin’

Dem : 04 Pûşper 2018 Duşem

Namzedên jin ên HDP’ê bi ruhê seferberiyê dixebitin. Namzeda rêza duyemîn a Erziromê Zelîha Dundar, ev 20 sal e ku bi awayekî aktîf di siyasetê de cih digire û li navçeya Tekmanê hatiye dinê. Dundar ku li malbatek welatparêz hatiye dinê, piştî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî aktîf di siyasetê de cih girtiye.

Dundar diyar kir ku girtin û anîna Ocalan a Tirkiyeyê bandor li ser wê kiriye û wiha got: “Piştî vê yekê ez bi awayekî aktîf tev li partiyê bûm. Ji ber ku ew serokê gel bû.”

Dundar anî ziman ku yekane armanca wan ew e ku bajarê Erziromê bi awayekî herî baş temsîl bikin û wiha domand: “Erzirom di esasê de ne herêmek nîjadperest, feodal an jî muhafazakar e. Li gorî berê gelek pêş ketiye. Ez bawer dikim em ê bi rêjeyek mezin a dengan bi ser bikevin.”

Dundar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirinên mafên jinan û wiha bi dawî kir: “Jin dibe hevjîna duyem, dibe berdêl, di temenê biçûk de tê zewicadin, rastî şîdet û îstîsmarê tê. Em ê li meclisê li dijî vê têbikoşin. Em ê serhildana jinan, şoreşa jinan pêk bînin.” ERZIROM

Albuma Nûçeyê