JIN

‘Em ê li hember tecrîdê bêdeng nemînin’

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome û herî dawî di îlona 2016’an de malbata wî hevdîtin pêk anî. Piştre malbatê 83 caran serîn lê dan lê nehat qebûlkirin û parêzeran jî ji 27’ê tîrmeha 2011’an heta niha 770 carî serlêdana hevdîtinê kirin û lê daxwazên parêzeran bi hincetên ‘muxalefeta hewayê’, ‘koster xerabeye’ û ‘OHAL’ê’ hat redkirin.

Jinên Mêrdînê bertek nîşanî tecrîdê dan û diyar kirin ku ji bo li vî welatî aştî pêk bê divê demildest bi Ocalan re hevdîtin pêk were.

Xewlet Oncu anî ziman ku ji bo aştî û azadiyê divê deriyê Îmraliyê bê vekirin û wiha got: “Dayikên kurd tecrîdê tu car qebûl nakin. Em ê li dijî polîtîkayên tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin.”

Semra Albay bang li gel û jinên kurd kir ku li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin.

Tenzîle Agatay jî destnîşan kir ku ew dixwazin demildest ji Ocalan agahiyê bigirin û wiha axivî: “Ji ber ku ji me ditirsin, tecrîdê giran kirin. Em ê li dijî zilm û zextan her tim têbikoşin.” MÊRDÎN

Albuma Nûçeyê