JIN

‘Em ê ji tecrubeya jinên bakurê Sûriyeyê sûdê werbigirin’

Dem : 27 Pûşper 2018 Çarşem

Bi armanca naskirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û şoreşa jinan a Bakurê Sûriyeyê, şandeyeke hiqûqnas, rojnamevan û siyasetmedaran serdana Rojava kir. Der barê serdanê de endama heyetê rojnamevan û çalakvana siyasî û hiqûqnasa lubnanî Nehmet Bedradîn axivî û diyar kir ku dê piştgiriya şoreşa jinan bikin, dê konferansekê li Lubnanê li dar bixin û ji tecrubeya jinên Bakurê Sûriyeyê sûdê wergirin û tecrubeya wan bi jinên Lubnanê re parve bikin.

Bedradîn anî ziman ku dema mirov derbasî axa bakurê Sûriyeyê dibe şoreşa jinan li ber çavan e û wiha got: “Me gelek destkeftiyên jinan bi çavên xwe dîtin, wekî avakirina Jinwar û beşdarbûna jinan a di hemû sazî û rêveberiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de. Li bakurê Sûriyeyê hemû pêkhate hevgirtina hev dikin û di avakirina civaka xwe û rêveberiya xwe de tev digerin. Pêkhateyên bakurê Sûriyeyê bi doza xwe bawer in û ji bo azadiyê têdikoşin.”

Bedradîn destnîşan kir ku di serdana xwe ya kampên Şehbayê de morala welatiyên Efrînê gelek bilind bûye û got ku welatiyên Efrînê li hemberî dagirkeriya dewleta tirk gelek berxwedêr in. QAMIŞLO

Albuma Nûçeyê