JIN

‘Em ê bi hev re vê pergala qirêj biguherînin’

Dem : 13 Pûşper 2018 Çarşem

Ji hilbijartinan re demek kurt ma û li Mêrdînê ji HDP’ê 6 namzed hene û xebatên li wir bê navber didomin. Der barê hilbijartinê de bi hezaran jinên KESK’ê ku bi KHK’ê hatin îxrackirin axivîn û diyar kirin ku dê dengên xwe bidin partiya hêvî û têkoşînê HDP’ê.

Aslina Sezer anî ziman ku tu carî ked bi qasî vê sedemê nehatiye binpêkirin û ji bo bi dawîbûna van binpêkirinan divê ev desthilatdarî bê guhertin û got ku ji bo vê yekê dê dengê xwe bidin HDP’ê.

Ozlem Uçler Oguz destnîşan kir ku wekî jin û dayikek ji bo pêşeroja zarokên xwe dê dengê xwe bide HDP’ê. Her wiha Oguz bal kişand ser ewlehiya sindoqan û ev tişt got: “Ji bo deng neyên dizîn em ê bixebitin. Ez ê zarokê xwe jî bigirim gel xwe û derî bi derî bigerim. Partiya me bi jin, zarok û ciwanan xweş e. Em bi hev re xweşik û xurt in. Em ê bi hev re vê pergala qirêj biguherînin.” MÊRDÎN

Albuma Nûçeyê