POLÎTÎKA

‘Em ê 24’ê hezîranê tecrîdê bişikînin’

Dem : 17 Pûşper 2018 Yekşem

HDP di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê hezîranê de, li navçeyên Pîran û Gêlê yên Amedê mîtîng li dar xistin. Namzedên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz, Ferda Fahrîoglu Akin, Hişyar Ozsoy, Memet Temîzyuz, rêveber û endamên HDP-DBP’ê û gelek kes beşdarî her du mîtîngên navçeyan bûn.

Namzeda HDP’ê Salîha Aydenîz, di mîtînga Gêlê de xîtabê gel kir û wiha axivî: “Ez we silav dikim û cejna we pîroz dikim. Xwestin li Pirsûsê provokasyon bikin. Wekî Sûr, Cizîr, Gever û Roboskê komkujî pêk anîn û welatiyên me qetil kirin. Dixwazin me bitirsînin, lê em natirsin, gel natirse. Vaye îro li ser birêz Ocalan tecrîtek giran heye. Heya ku tecrît neşikê, dê azadî pêk neyê. Em ê di 24’ê hezîranê de tecrîtê bişikînin.”

Namzedê HDP’ê Hişyar Ozsoy jî li mîtînga Pîranê ev tişt anî ziman: “Tecrîta li ser Îmraliyê zêdetir dibe. Ger pirsgirêka kurd bi awayekî adilane çareser nebe, dê aştî neyê welat û krîza heyî mezintir bibe. Îstixbarat û dadgehên dewletê ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêlin, hemû tiştî dikin. Amblema me dar e û koka me jî saxlem e. Em ê bimînin, ew ê biçin.”

Di mitîngê de bang tevlêbûna mîtînga HDP’ê ya mezin a Amedê ku dê di 20’ê hezîranê de bê lidarxistin, hat kirin. AMED

Albuma Nûçeyê