JIN

Em ê 24’ê hezîranê ji kujerên jinan hesap bipirsîn

Dem : 12 Pûşper 2018 Sêşem

Li Tirkiyeyê gel dê di 24’ê hezîranê de biçin ser sindoqan. Jinên Bedlîsê diyar kirin ku ew ê dengê xwe ji bo demokrasiyê bi kar bînin.

Li Kurdîstanê xebatên hilbijartinê di nav qedexe û astengiyan de li her bajar, tax û navçeyan berdewam dikin. Li Serhedê jî jin dixwazin bi dengê xwe demokrasî, azadî û aşitiyê bînin. Jinên Bedlîsê bang li hemû jinan kirin ku di 24’ê hezîranê de dengê xwe ji Aşitî, Demokrasî û wekheviyê re bi kar bînin.

‘Em ê jin di 24’ê hezîranê de hesap bipirsin

Jina bi navê Xanim Çakir anî ziman ku ew ê di 24’ê hezîranê de bi dengê xwe ji kujerên jinan hesap bipirsin û wiha axivi;”Bi salan e em jin li her deverên Tirkiyeyê tên qetilkirin. Ev 16 sal in bi tu awayî qirkirina jinan nehateye sekinandin. Zêde bû lê kêm nebû. Yekem sedema vê jî bêguman polîtikaya heyî ye. Em jin divê bibin yek û vê hilbijartinê wekî firsendekê bibînîn. Di her guhertina pêvajoyê de em hatine qetilkirin û em jin tune hatine hesibandin. Divê em di 24’ê hezîranê de ji kujerên Ozgecanê hesab bipirsin. Divê em jin hemû dengê xwe bikin yek. Ji ber ku her dayikek û jinek bêguman aşitiyê dixwaze. Ji ber vê yekê jî divê em di 24’ê hezîranê de ji hişmendiya ku her roj jinan dide kuştin re bibêjîn êdî bes e û em vê hişmendiyê di sindoqan de bifetisînin.”

 ‘Ez dibêjim HDP û Em dikarin

Hesîbe Dûman jî daxuyand ku jinan her aştî xwestine û wiha berdewam kir;”Ez ê dengê xwe bidim têkoşîna gelê kurd. Ev 16 sal in em têne kuştin, qetilkirin û tune hesibandin. Ji bo ku mirov van pêkûtiyan nebîne divê mirov kor be. Zilmeke hovane li ser serê me heye. 24’ê hezîranê ji bo me hêviyek e. Em dayik êdî naxwazin rondikên çavan bibarînîn. Em ji vê hilbijartinê bawer û hêvîdar in. Êdî dem dema xwedîderketina li dengê xwe ye. Dengê ku em ê bi kar bînîn dê gelek tiştan biguherîne. Divê herkes bi taybetî jî jin bi vê hesasiyetê nêz bibin. Dengê me bila bibe sedema jiyaneke nû. Bila êdî hêvî û baweriyên zarokên me neperçiqin. Ji ber ku her rengê jiyanê di nav xwe de dihewîne dibêjim HDP û dibêjim em dikarin.”

‘Em ê bi ser bikevin

Jina bi navê Hurî Dûman jî destnîşanî hilbijartina 24’ê hezîranê kir û got ku dê 24’ê Hezîranê gel bi ser keve û wiha got:”Ev 16 sal e zilmê hêviyên me, baweriyên me û yekitiya gelan ji holê rakir. Li ku derê Tirkiyeyê mirovek rast axivî be hatiye girtin yan jî hatiye kuştin. Em van dibînîn. Em ê di vê hilbijartinê de bi ser kevin. Ji ber ku em bi salan e di bin zordestîyê de ne.” BEDLÎS

Albuma Nûçeyê