JIN

‘Em dizê xwe baş dizanin!’

Dem : 31 Avrêl 2018 Pêncşem

Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinê bê navber didomin. Di van xebatên hilbijartinê de herî zêde jin û rêxistinên jinan ji bo pêşeroja azad û ronî dixebitin. Di çarçoveya van xebatan de li buroya hilbijartinê ya Rezan a Amedê Tevgera Jinên Azad (TJA) û HDP bi jinan re gotûbêja ‘Di îslamiyetê de jin’ kirin. Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn, hevseroka DBP’ê Naşîde Toprak, namzeta HDP’ê Salîha Aydenîz, Kongreya Îslamê ya Demokratîk (DÎK), endamên TJA’yê û gelek kes beşdarî gotûbêjê bûn.

Di gotûbejê de ku bi rêzgirtinê destpêkir, destpêkê endama şuraya DÎK’ê Uysal Karakaş li ser ehlaq û olê axivî. Karakaş anî ziman ku dewlet dixwaze ola îslamê ji holê rake, ji ber baweriya dewletê bi olê tune ye û wiha got: “Di salên 90’î de li ser navê olê kurd qetil kirin. Îro jî em hîn di bin bandora vî tiştî de ne. Di salên 90’î de cenazeyên me li erdê bûn. Wê demê me nikaribû cenazeyên xwe ji erdê rakirana niha jî em nikarin. Baweriya me her dem tam e. Me çawa heta niha ber xwe da em ê ji niha şûn de jî li ber xwe bidin.”

Piştî Karakaş, endama şuraya DÎK’ê Şîmal Degik anî ziman ku dewlet bi rêya olê gelê kurd dixapîne û dikuje û da zanîn ku divê kes bi van tiştan nexape û xwedî li nasnameya xwe derkeve.

Namzeta HDP’ê Salîha Aydenîz jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan li ser hemû gelan tê kirin û wiha got: “Em ê di sibeha 25’ê hezîranê de tecrîdê bişkînin û hesabê Cizîr, Sûr û Nisêbînê bipirsin.”

Her wiha Aydenîz anî ziman ku wan wekî jin heta niha tu carî serî netewandine û wiha bi dawî kir: “Îktidara heyî li ser navê misilmantiyê zarok û jinan qetil dikez. Em bang dikin ku hemû kes di 24’ê hezîranê de li dengê xwe xwedî derkevin. Çimkî em dizê xwe baş nas dikin. Loma em destûrê nadin ku diziyê bikin.” AMED

Albuma Nûçeyê