JIN

‘Em dengê xwe nadin dijminên jinan’

Dem : 31 Avrêl 2018 Pêncşem

Jinên Mêrsînê der barê hilbijartinê de axivîn û diyar kirin ku dê dengê xwe nedin tu partiyên ku dijminatiyê bi jinan re dikin. Jinan da zanîn ku ew ê di hilbijartinê de kiryarên AKP’ê bînin bîra xwe û li gorî wan kiryaran dengê xwe bi kar bînin

Endamên Platforma Jinan a Mêrsînê, polîtîkayên AKP’ê yên der barê jinan de rexne kirin û helwesta xwe ya der barê hilbijartina 24’ê hezîranê de vegot.

Canan Yuce anî ziman ku ji roja ku AKP bûye îktîdar heta niha êrîşî jinan dike û destnîşan kir ku di serdema AKP’ê de cinayetên jinan ji sedî 400 zêde bûne û li tacîzker û tecawizkeran cezayên hindik hatin birîn an jî cezayên wan hatine daxistin. Yuce da zanîn ku ew ê li ser sindoqan bersiva van polîtîkayên ku dijminatiya jinan dikin, bidin û wiha got: “Em ê di hilbijartinê de hemû kiryarên AKP’ê bînin bîra xwe û wisa dengê xwe bi kar bînin. Di vê hilbijartinê de ji bo jin hêzdar bibin û bi awayekî wekhev bijîn divê îktîdara AKP’ê biçe. 16 salên AKP’ê bi kirinên zayendîparêz derbas bû. Em ê dengê xwe ji bo jiyaneke azad û wekhev bi kar bînin.”

Zubeyde Akpinar diyar kir ku di dema îktîdara AKP’ê de şîdeta li hemberî jinan û îstismarkirina zarokan zêde bûye. Akpinar destnîşan kir ku ew ê dengê xwe nedin partiyên ku destwerdana jiyana wan kiriye û ev tişt got: “Em ê kesên ku di lîsteyên xwe de temsîliyeta wekhev paşguh kiriye, siyaseteke wekhev û demokratîk esas negirtine ji bîr nekin. Ger temsîliyeta wekheviyiyê tune be, deng jî tune ye.”

Tulîn Şahîn Okay jî anî ziman ku dê di hilbijartinê de jin baş bizanibin ka dengê xwe bidin kê û wiha axivî: “Dê jin dengê xwe bidin partiyeke rasteqîner a wekhev û serbixwe. Lê belê dê jinek jî dengê xwe nede AKP’ê. Dê dengê xwe bidin partiya ku azadiya jinan û têkoşîna jinan esas digire.” MÊRSÎN

Albuma Nûçeyê