JIN

‘Em bi dengekî dikarin faşîzmê bifetisînin’

Dem : 06 Pûşper 2018 Çarşem

Namzeda HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar ku heta niha gelek caran hatiye binçavkirin, girtin û nêzî 20 salan di girtîgehê de maye, der barê hilbijartinê de axivî.

Dundar bal kişand ser zehmetiyên pêvajoya hilbijartinê ku di pêvajoyeke Rewşa Awarte de pêk tê û diyar kir ku partiya wan ji bo gelan alternatîfek e û wiha got: “Li dijî îtifaqa faşîst em wekî tifaqa gel di hilbijartinê de cih digirin.”

Dundar destnîşan kir ku wan bi ciwanî dest bi têkoşînê kirine dê bi ciwanî jî biqedînin û da zanîn ku guherîna li welat bi jin û ciwanan pêkan e.

Dundar diyar kir ku dê drama ku di dema qedexeya derketina kolanan a li Nisêbînê rû da jî veguhazînin meclisê û wiha domand: “Gelê kurd got ‘ez ê xwe û bajarê xwe tev de bi rê ve bibim.’ Lê belê ev daxwaza wan nehat naskirin. Li şûna wê bajar hatin rûxandin û talankirin. Li Mêrdînê cihê ku zêde bedêl daye Nisêbîn e. Loma li meclisê ewil ez ê vê yekê bişopînim.”

Her wiha Dûndar bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku Tirkiye û Rojhilata Navîn di şexsê Ocalan de dibin tecrîdeke giran de ye û wiha vegot: “Ev tecrîd zirarê dide gelan û ji bo dawî li vê tecrîdê bê divê herkes dengê xwe bi kar bîne. Di 24’ê hezîranê de bi dengekî her tişt dikare biguhere. Em bi dengekî dikarin faşîzmê bifetisînin. Bi dengekî di serî de birêz Ocalan, Selahattîn Demîrtaş û hemû hevrêyên me dikarin azad bibin.” MÊRDÎN

Albuma Nûçeyê