CÎHAN

ELN’ê bo hilbijartinan agirbest ragihand

Dem : 12 Pûşper 2018 Sêşem

Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Kolombiyayê (ELN) daxuyaniyek da û diyar kir ku beriya hilbijartina tûra duyemîn a serokkomariyê ku dê 17’ê hezîranê bê kirin, biryara agirbesta yekalî dane.

Agirbest dê ji 15’ê hezîranê heta 19’ê hezîranê bidome. Di tûra destpêkê ya hilbijartina serokkomariyê de ku di meha gulanê hate kirin, Ivan Duque yê muxafazakar bi ser ketibû. Li hemberî namzedê muxafazakar, namzedê çepgir Gustavo Petro heye.

Ivan Duque soz da ku ger di hilbijartinê de bi ser bikeve dê peymana aştiyê ya bi tevgera gerîla ya berê FARC’ê re hatiye çêkirin, ji nû ve binirxîne. Duque her wiha xwe neda ber danûstandinên aştiyê yên serokkomarê heyî Manuel Santos bi ELN re daye destpêkirin.

Di tûra destpêkê ya hilbijartinê de Duque ji sedî 39.1 ê dengan bi dest xistibû, Petro jî ji sedî 25.1. Gerîlayê berê û îdeolog Petro weke kesekî nêzî serokkomarê berê yê Venezuelayê Hugo Chavez tê naskirin. Lê belê Petro xwe nêzî serokkomarê heyî yê Venezuelayê Nicolas Maduro nake û Maduro weke ‘dîktator’ bi nav dike. Petro wiha got: “Em dixwazin dawî li şîdet û newekheviya 200 salî bînin.”

Piştî ku hikûmetê bi FARC’ê re di sala 2016’an de peymana aştiyê amade kir, ELN weke yekane tevgera gerîla ya aktîf ma. ELN’ê di dema tûra destpêkê ya hilbijartinê de jî çalakiyên xwe yên leşkerî sekinandibûn. Danûstandinên aştiyê yên navbera hikûmeta Santos û ELN’ê li Kubayê didomin. BOGOTA

Albuma Nûçeyê