JIN

Eleqeya ji bo xweparastinê zêde ye

Dem : 11 Tebax 2018 Şemî

Li hemberî şideta li dijî jinan, jin diyar dikin ku xweparastin tiştekî rewa ye. Ji ber vê jin eleqeyeke zêde nîşanî atolyeyên xweparastinê didin. Jin tev li van atolyeya bûn, bal kişandin ser girîngiya xweparastinê.

Bûket Karaçayli (24) ku tev li atolyeyên xweparastinê dibe, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê şîdeta li hemberî jinan têkildarî rojeva polîtîk a welat e. Karaçayli anî ziman ku jin herî zêde di dema OHAL’ê de bi şîdetê re rû bir û mane û wiha got: “Şîdeta li hemberî jinan beriya îktîdara AKP’ê jî hebû lê di dema AKP’ê de ev zêdetir bû. Di vê demê de şîdeta li hemberî jinan, tacîzên zayendî û îstismarkirina zarokan zêde bûn. Ev yek têkildarî polîtîkayên AKP’ê ye.”

Karaçayli da zanîn ku li hemberî rewşa heyî jin serî li xweparastinê dide û got ku xweparastin mafekî rewa ye

û girîng e.

Gozde Çelîk (25) ku li atolyeya xweparastinê perwerdekar e jî destnîşan kir ku dema şîdet zêde bibe divê mekanîzmayeke parastinê têkeve dewrê û ev tişt anî ziman: “Dema şîdet dest pê kir divê jin li hemberî wê nemelisin, xwe biparêzin û hay ji hebûna xwe ya fizîkî hebin. Ev rewş ji bo herkesî refleksek e. Her wiha bo jinan pir girîng e.”

Her wiha Çelîk bang li hemû jinan kir ku tev li atolyeyên xweprastinê bidin û wiha bi dawî kir: “Werin em bi hev re hêzdar bibin û mafdariya xweparastinê nîşanî herkesî bidin.” STENBOL

Albuma Nûçeyê