ÇAND Û HUNER

Êdî çîrokbêj çîrokan ji bîr dikin

Dem : 10 Tîrmeh 2018 Sêşem

Kadrî ESEN/AMED

Eliyê Rêncber 88 salî ye û çîrokbêjekî amedî ye. Rêncber got ku dema mala wî li gund bû gundiyan gazî wî dikir û dixwestin ji gundiyan re çîrokan bibêje. Lê niha ji ber ku eleqeye ji bo çîrokan kêm bûye û hinek çîrok hene ku bi salan e negotiye û beşên hinek çîrokan ji bîr kiriye

Çîrok di wêjeya kurdan de xwedî cihekî girîng e û bi sedan serpêhatiyên kurdan wekî dengbejiyê bi rêya çîrokan heta roja me ya îro hatine. Ji ber zext û zordariyên dagirkerên Kurdistanê yên li ser çand û wêjeya kurdî heta salên dawîn jî di nav kurdan de çîrok pir nehatine nivîsandin û bi rêya çîrokbêjan hatine vegotin. Li gel ku di salên dawî de ji ber elektrîk-televîzyon û înternet-telefonê eleqeya ji bo çîrokan kêm bûye jî li her devera Kurdistanê hê jî çîrokbêj hene û li hemberî têknolojiyê li ber xwe didin û çîrokan vedibêjin.

Yek ji van kesan jî çîrokbêj Elî Boylî ku ji ber bi salan rênçberî kiriye li Farqînê wek Eliyê Rêncber tê nasîn e. Eliyê Rêncber di salên 1930’yî de li gundê Tilmînê ji dayik dibe û di temenê wî yê biçûk de dayik û bavê wî jiyana xwe ji dest didin. Di vî temenê xwe yê biçûk de Eliyê Rêncber ji dayik û bavê xwe bi tenê dimîne û dikeve ber destan. Di ciwaniya xwe de dixwaze ji ber desta xelas bibe û li gelek gundên Farqînê dest bi cotkarî, gavanî û şivantiyê dike. Herî dawî li gundê Girkinyat bi cih dibe û 30 salan zêdetir ji gundiyan re navmali şivantiyê dike.

Ji civatan hîn dibe

Eliyê Rêncber ku piraniya temenê wî di xizanî û bêxwedîtiyê de li gundên Farqînê derbas dibe di salên 1990’î de ji gundê Girkinyat dertê û bi hevser û zarokên xwe re li taxa Selhedîn a Farqînê bi cih dibe. Em ji Amedê ji bo guhdariya çîrokan çûn mala Eliyê Rêncber ku binî gaza Topê di nav daristanekê de mala xwe ava kiriye. Mal 2 qate û banê qata duyemîn li şûna betonê bi axê hatiye girtin. Deriyê malê jî Eliyê Rêncber ne li ba xirata bi derfetên xwe çêkiriye û di têketina malê de terkên di navbera textên derî de bala mirov dikişînin.

Li gelek gundan geriya

Eliyê Rêncber piştî ku xêrhatina me kir, bi yek bînê kurtejiyana xwe ji me re vegot û qala hînbûn û vegotina çîrokan kir. Eliyê Rêncber diyar kir ku bê dê û bav mezin bûye û ji bo debara xwe li gelek gundên Farqînê rêncberî kiriye û ev tişt anî ziman: “Ji ber şert û mercên jiyana xwe ez li gelek gundan geriyam. Hê di ciwaniya xwe de tev li civatên gundiyan dibûm. Wê demê wekî niha radyo û televîzyon tunebûn. Di van civatan de çîrok dihatin gotin. Min bi baldariyeke mezin çîrokan guhdar dikir û ji ber dikir.”

‘Eleqeya ji bo çîrokan kêm bûye’

Eliyê Rêncber di berdewamê de got ku heta demekê wî çîrok ji ber kiriye û piştî demekê wî bixwe dest bi çîrokbêjiyê kiriye û wiha pê de çû: “Dema ez li gundê Girkinyat bûm gundiya gazî min dikir û ji min dixwestin ez ji wan re çîrokan bibêjim. Ji çend şevan carekê gundî li min kom dibûn û min ji wan re çîrokên ku hîn bûbûm, digot. Di salên dawî de eleqeya ji bo çîrokan gelekî kêm bûye, ji ber vê yekê hîn çîrok hene ku min bi salan e negotiye û beşên hin çîrokan ji bîr kiriye.”

Piştî van agahiyan Eliyê Rêncber qutiya xwe ya çixarê xist nav tiliyên xwe û ji xwe re çixare pêçand û dest bi vegotina çîroka Balûrê Dîwane, Cembeliyê Mîrê Hekkarî, Mem û Zîn, Hesenê Sînkî, Feslan Axa, Mihemed Axayê Hezroyê, Mihemed Axa û Kurd Huseyîn kir.

Albuma Nûçeyê