CÎHAN

Edî çek ji bo Tirkiyeyê sînordar in

Dem : 20 Pûşper 2018 Çarşem

Kongreya Amerîkayê pêşnûmaya budçeya Pentagonê ya ku ji bo sala 2019’an hatibû diyarkirin ku tê de firotina balafirên F-35,F-16 sîstema parastina hewayî ya Patriotê, helîkoptera Chinook, Kobra ên ji bo Tirkiyeyê werin bilokekirin hat erêkirin

Pêşnûmaya budçeya Pentagonê ya sala 2019’an di Kongreya Amerîkayê de li hemberî 10 dengê na bi 85 dengê erê hat qebûlkirin. Budçe ji 716 milyar dolarî pêk tê.

Amerîkayê balyozekî nû ji bo Enqereyê tayîn kir. Di Kongreyê de pêşnûmaya sînordarkirina firotina çekan bo Tirkiyeyê jî hat dengdanê û firtotina çekan ji bo Tirkiyeyê hat sînordarkirin. Di beşa têkildar a pêşnûmayê de tê gotin ku Enqere bi standina sîstema parastina moşekên hewayî ya S-400î tansiyonê di navbera herdu welatan de zêde kiriye û herwiha divê rahibê amerîkî Andrew Brunson jî serbest berde.

Di berdewamiya pêşnûmayê de tê gotin ku eger Tirkiye sîstema S-400î bistîne dibe ku ev bandoreke neyînî li projeya sîstema çekên ku Amerîka û Tirkiye bi hev re bi pêş dixe bike. Herwiha ev gav wê xebatên hevpar ên bi NATO’yê re jî têxe metirsiyê.

Di pêşnûmayê de beşeke ku divê firotina balafirên F-35, sîstema parastina hewayî ya Patriotê, helîkoptera Chinook, Kobra û balafirên F-16an bo Tirkiyeyê were blokekirin jî heye.

Hemû pêşnûma berî erêkirina serokê Amerîkayê Donald Trump divê di Komîteya Konferansê de bibe yek qanûn. NEW YORK

Albuma Nûçeyê