CÎHAN

DYA’yê Tirkiye ji bo xwe ewle nedît!

Dem : 27 Avrêl 2018 Yekşem

Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmeya derbarê budçeya Pentagonê qebûl kir. Di pêşnûmeyê de pêvajoya kirîna pergalên S-400’î ya ji aliyê Tirkiyeyê ve tê nirxandin û herwiha tê pêşbinîkirin ku ji bo bandora vê pêvajoyê ya li ser peywendiyên Amerîka û Tirkiyeyê raporek were amadekirin û heta ev rapor bê amadekirin, firotina balafirên F-35’an ji bo Tirkiyeyê were rawestandin.

Li aliye din hat zanîn ku pisporên rûsî derbarê vê pêşnûmeyê de gotin ku Amerîka bi vê yekê wê Tirkiyeyê hîn bêhtir nêzikî Rûsyayê bike.

Pisporê Navenda Konjonkturên Stratejîk ê rûsî Oleg Ponomarenko derbarê mijarê de ji bo televîzyona Russia Todayê (RT) axivî û diyar kir ku betalkirina firotina balafirên F-35 ji bo Tirkiyeyê, dê peywendiyên Tirkiye û NATO’yê têxe rewşeke dijwar.

Pisporê ji Akademiya Zanistiyên Moşek û Topavêjan a Rûsyayê Konstantin Sivkov jî di axaftina xwe ya ji bo RT’yê de got ku Amerîka têdigihêje ku Tirkiye êdî ne hevkarê wan ê ewle ye. MOSKOV

Albuma Nûçeyê