CÎHAN

DYA’yê Esad hişyar kir: Kes nikare êrîşê HSD’ê bike

Dem : 02 Pûşper 2018 Şemî

Rejîma Esad ku tevî Rûsyayê di serî de Idlib û Efrîn ku gelek herêm ji Tirkiye û cîhadîstên wê re hiştiye, bi daxuyaniya xwe ya dawî careke din aşkera kir ku kengî firsendê bibîne dê êrîşî HSD’ê bike. Li ser van gefan, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) rejîma Sûriyeyê Beşar Esad hişyar kir

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) lîderê rejîma Sûriyeyê Beşar Esad hişyar kir ku êrîş nebe ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

 Ji Serokatiya Fermandariya Giştî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) general Kenneth McKenzie hişyarî da rejîmê ku êrîşeke li dijî Amerîka ya jî hêzên hevalbendên wan, wê bibe ‘polîtîkayeke gelekî nebaş’.

Mckenzie di civîna çapemeniyê de li ser daxuyaniyên Beşar Esad ên di qenala Russia Today de hatin weşandin, axivî. Esad gotibû, “Yekane pirsgirêka ku maye Hêzên Sûriyeya Demokratîk e.” Esad gef xwaribû ku dikare li dijî HSD’ê hêzê bi kar bîne.

Kenneth McKenzie hişyarî da û got, “Divê hemû aliyên li Sûriyeyê fêm bikin ku êrîşa li dijî hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ya jî partnerên me yên li Koalîsyona Navneteweyî wê bibe polîtîkayeke gelekî nebaş.”

Esad gef xwaribû

Esad ji Russia Today re axivîbû û li ser hebûna hêzên HSD’ê gotibû, “Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê du alternatîfên me hene. Me beriya her tiştî rêya danûstandinan vekir, ji ber ku piraniya endamên HSD’ê ji Sûriyeyiyan pêk tê. Eger ji vê rêbazê encamek bi dest nekeve, em ê ‘axa xwe’ bi bikaranîna hêzê rizgar bikin. Wekî din alternatîfeke me nîne.”

Hêzên rejîmê par êrîşî hêzên HSD’ê kiribûn. Balafireke rejîmê ku par li Tebqayê êrîşî hêzên HSD’ê kiribû hatibû xistin. Îsal jî li Dêra Zorê hêzên rejîmê êrîşî HSD’ê kiribûn û bi dehan çekdarên rejîmê hatibûn kuştin. WASHÎNGTON

Albuma Nûçeyê