CÎHAN

DYA’yê bi hezaran zarok ji malbatên wan veqetandin

Dem : 17 Pûşper 2018 Yekşem

Li DYA’yê ji meha Nîsanê ve li dijî koçberan polîtîkayên hişk ketin dewrê û bi hezaran zarokên biyanî ji malbatên wan hatin veqetandin.

Piştî ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp li dijî koçberiyê sererastkirinên hişk pêk anî şûnde hate astengkirin ku bi hezaran penaber sînor derbas bikin. Di heman demê de gelek koçberên ku bi hinceta ku ne qanûnî sînor derbas kirine, hatin girtin.

Li gorî agahiyên Wezareta Karê Hundir ku dane, di navbera19’ê nîsan-31’ê gulanê de hezar û 995 zarokên ku bi malbatên xwe re sînor derbas kirin ji malbatên wan hatin veqetandin. Bi van zarokan re hezar û 940 kesên ku sînor derbas kirin hatin girtin û ev kes wê di dema lêpirsinê de ji aliyê polîsan ve girtî bimînin.

Berdevkê Wezareta Karê Hundir veqetandina zarokan a ji malbatan parast û got, li dijî koçberiya derveyî qanûnan wê çavê xwe negirin. Berdevk wiha got; “Rêveberiya Trûmp aşkera gotibû ku ‘êdî çavê xwe ji qanûnan re nagrin’ “. WASHÎNGTON

Albuma Nûçeyê