CÎHAN

DYA dê bi HSD’ê re bixebite

Dem : 08 Pûşper 2018 În

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattis, li ser vekişîna YPG’ê ya ji Minbicê axivî. Mattis anî ziman ku ew hewl didin ku fikarên Tirkiyeyê li ber çavan bigirin û got ku ew ê HSD’ê ya bi pêşengtiya YPG’ê jî nedin aliyekî

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattis dema ji bo civîna wezîrên parastinê yên NATOyê bi balafirê diçû Brukselê, bersiva pirsên rojnamegeran da. Mattis diyar kir ku divê ew ji bo berjwendiyên rewa yên Tirkiyeyê rêyeke çareseriyê bibînin û got, lê em ê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên bi pêşengiya YPGê jî nedin aliyekî.

Mattis bersiva pirsa ‘Gelo hevdîtinên ku derbarê Minbicê de bi Tirkiyeyê re tên kirin, dê bandorê li ser operasyonên ku Amerîka bi hevkariya YPG’ê bimeşîne, bike an na?’ da û di bersiva xwe de diyar kir ku di dema xwe de tekane rêxistina ku DAIŞ têk bir, HSD ye. Mattis anî ziman ku DAIŞ hêj bi tevahî nehatiye têkbirin û derbirî ku ji ber vê yekê operasyonên li dijî DAIŞê gelekî girîng in.

Qadeke tevlihev e

Mattis ji bo pirsa “Gelo Amerîka dê karibe hevkariya xwe di heman demê de bi Tirkiyeyê û HSD’ê re berdewam bike?” jî ev tişt gotin: “Ev mijareke taybet e. Qada herî tevlihev a şer e.” Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê destnîşan kir ku ew ji aliyekî ve hewl didin fikarên Tirkiyeyê ji holê rakin, ji aliyekî ve jî hewl didin DAIŞê têk bibin û got, ev karekî gelekî zehmet e.

Di bin kotrola HSD’ê de ye

Jim Mattis wiha axivî: “Lê em vê yekê dikin. Hewl didin. Em vê yekê ne li dijî Tirkiyeyê, Tirkiyeyê jî dihesibînin û dikin.” Mattis di dema civînên li Brukselê de dê bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Nurettin Canikli re bicive. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Wezîrên karên derve yên Amerîka û Tirkiyeyê roja duşemê li bajarê Washigntonê, paytexta Amerîkayê li hev civiyabûn û pêşeroja Minbicê li ser nexşerêyekê li hev kiribû. Minbic di bin kontrola HSD’ê de ye û her wisa li wir baregeheke leşkerî ya Amerîkayê heye. WASHINGTON

Albuma Nûçeyê