NÛÇE

Doza rojnameger Evren hat taloqkirin

Dem : 06 Berfanbar 2018 Pêncşem

Danişîna rojnameger Kîbriya Evren li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Evren di danişînê de diyar kir ku ew ji ber rojnamegeriyê tê darizandin. Heyeta dadgehê jî danişîna dozê taloqî 10’ê çileya 2019’an kir

Danişîna doza rojnameger Kîbriye Evren ku di operasyona 9’ê cotmehê de li Amedê hatibû girtin, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Di danişîna Evren de endamên Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê, parlamenterên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosun, Semra Guzel, hevserokên HDP û DBP'ê, nûnerê TGS'ê yê Amedê Mahmut Oral, rojnamgerên jin û malbata Kîbriyeyê amade bûn.

Di doza ku Evren bi îdiayên ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ kiriye dihat darizandin, parastina xwe kir. Di danişînê de Evren got ku ew rojnameger e û ji ber pîşeya xwe tê darizandin.  Evren diyar kir ku peywira rojnamegeran bi bîr xist û wiha dom kir: “Karê rojnamegeran şopandina nûçeyan û ragihandina rastiyan e. Ji bo pîşeyê xwe derketim derveyê welat jî û li cihê ku ez çûmê jî min nûçe şopandin. Îfadeyên ku şahidê veşarî der barê min de dane, ez qebûl nakim.”

‘Ez ji ber pîşeya xwe têm darizandin’

Evren di berdewamiyê de jî destnîşan kir ku kesên ku der barê wê de îfade dane xwestine ku pîşeya wê xerab nîşan bidin û wiha pê de çû: “Pîşeyê min wekî karekî îllegal hatiye nîşandan. Lê karê ku dikim legal e. Ez li saziyeke fermî dixebitim. Li ajansa nûçeyan a jinê dixebitim. Bi her partî û saziyan re têkiliyê datînim û nûçeyên wan çêdikim. TJA jî saziyeke jinan e û ez nûçeya wê jî çêdikim. Ez tewanan qebûl nakim û tehliyeya xwe dixwazim. Nûçeyên ku min di medyaya civakî de parvekirine nûçeyên ajansên din in.”

Parêzer Karalî parastin kir

Piştî parastina Evren, dozger xwest ku Evren bi girtî bê darizandin. Di danişînê de parêzerê Evren, Pîrozxan Karalî jî parastin kir û da zanîn ku muwekîla wê di çarçoveyeke qanûnî de karê xwe dike. Karalî destnîşan kir ku muwekîla wê bi îdiayên ‘çûna derve ya welat’, ‘nûçeyên ku çêkirine’ û ‘nûçeyên ku li ser medayaya civakî parvekirin’ tê darizandin. Karalî di berdewamê de jî pirsa ‘ger ku parvekirina van nûçeyan sûc be çima xwediyên wan nayên girtin?’ kir. Karalî daxuyand ku daneyên di flaşa ku di 2010'an de hatiye girtin de jî tu qeyda deng û dîmen nîne û tu kes di vê dosyayê de nehatiye darizandin û xwest ku ev yek jî li ber çavan bê girtin.

Danişîn taloqî 10’ê çileyê kir

Piştî navberê, dadgehê biryar da ku şahidên veşarî Ezhel, Fîrar û Cesur Yurek careke din îfadeya wan bê dîtin û ji bo vê ji Midûriyeta Parastina Şahidan re muzakere bê kirin. Heyeta dadgehê biryara ku Kîbriye girtî bê darizandin da  û danişîn taloqî 10’ çileya 2019'an kir. AMED - JINNEWS

Albuma Nûçeyê