NÛÇE

Doza ‘konteynirê’ taloq kirin

Dem : 11 Tîrmeh 2018 Çarşem

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Dilşah Ozgen, ji bo ku mirov nimêj bikin û xêr bike konteynir li goristana gundê Sîsê ya navçeya Licê ku kurê wê yê PKK’î Ferdî Ozgen jiyana xwe ji dest daye û lê veşartiye, danî. Bi hinceta ku Ozgen konteynir ji goristanê re kiriye doz lê hatibû vekirin û danişîna dozê duh li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bi Ozgen re E.K., H.K.,.K.D., Î.E., M.E., M.C., H.S. û Y. N.E. yên xwediyê firma konteynira ku ji wan kirîne û xebatkarên fîrmayê ne jî tên darizandin. Ji bilî H.S. hemû bersûcên din tev li danişînê bûn.

Kurtasiya îdianameyê hat xwendin û pişt re Ozgen bi kurdî parastina xwe kir. Ozgen got ku wê xwestiye xelk nimêja xwe di konteynirê de bike kiriye û daxwaza beraata xwe kir. Xwedî û xebatkarên firmaya konteynirê jî parastina xwe kirin û sûcê li ser xwe red kirin û beraata xwe xwestin.

Heyeta dadgehê biryara kontrola edlî rakir û xwest ku qedexeya derketina derveyî welat dewam bike û danişînê taloqî meha kanûnê kir.

Her wiha di îdianameyê de ji Ozgen û 8 kesên din re bi îdiaya ‘Endamtiya rêxistinê’ û ‘Bi zanebûn alîkariya rêxistinê kirin’ ji 7 sal û nîvan heta 15 sal cezayê hepsê tê xwestin. AMED

Albuma Nûçeyê