NÛÇE

Doza bersûcên firarên Komkujiya 10'ê Cotmehê dest pê kir

Dem : 08 Sermawez 2018 Pêncşem

Danişîna doza bersûcên firarên Komkujiya 10'ê Cotmehê, li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dest pê kir. Rêveber û endamên rêxistinên saziyên sivîl ku beriya danişînê li ber Edliyeya Enqereyê kom bûn û malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da li wir daxuyaniyeke kurt da. Daxuyanî ji aliyê seroka Komeleya 10'ê Cotmehê ya Aştî û Piştevaniyê parêzer Mehtap Sakinci Coşkun ve hat xwendin.

Coşkun diyar kir ku ji bo edalet pêk were ew hîn li serê rê ne û wiha berdewam kir: "Di mehên borî de darizandina bersûcên girtî bi dawî bû û edalet bi cih nebû. Divê ku em ji îro de dest pê bikin û salonan tijî bikin.  Em îro wekî malbatên kesên di 10’ê Cotmeha 2015'an de li Gara Enqereyê jiyana xwe ji dest dane li vir in. Em ji bo doza ku der barê 16 bersûcên li derve firar in li vir in. Em bûn şahidê darizandinê ya ku 2 sal berdewam kir. Em dibêjin ku em ê ji bo edalet ku bi cih were di her danişîna vê dozê de li ber Edliyeya Enqereyê bin û dozê bişopînin." ENQERE

Albuma Nûçeyê