NÛÇE

Dor li DAIŞ’ê teng dibe: 35 çete hatin kuştin

Dem : 18 Îlon 2018 Sêşem

NAVENDA NÛÇEYAN

HSD’ê bi daxuyaniyekê encamên pevçûnên dawî yên di Qonaxa Şerê Tunekirina Terorê de parve kir. HSD’ê da zanîn ku di pevçûnan de zêdetirî 35 çete hatine kuştin û 2 şervan jî şehîd bûne. HSD’ê ragihand ku hêzên wan 2 welatiyên êzidî jî ji çeteyan rizgar kirine

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyeke nivîskî  encamên şer û pevçûnên 24 saetên dawîn ên di Qonaxa ‘Şerê Tunekirinê Terorê’ ya Pêngava Bagera Cizîrê ragihand. Di daxuyaniyê de HSD’ê ragihand ku di encama pevçûnan de zêdetirî 35 çete hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de HSD’ê destnîşankir di navbera hêzên wan û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî dijwar li herêmê di qewime û têkildarî pevçûnên li eniya Hecînê ev agahî dan: “Li vê eniyê hêzên me li gelek nuqteyan bi çeteyan re ketin nav pevçûnan. Di encamê de hêzên me 2 km pêşve çûn û 15 nuqteyên sabît hatin avakirin. Çeteyan hewl da ku êrîş bikin lê li ser bersiva hêzên me, çete ji herêmê reviyan. Di şer de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn û şervaneki me şehîd û yek jî birîndar bû.”

Mayinek bi şervanan ve teqiya

HSD’ê di berdewamê de jî bal kişand ser pevçûnên li eniya El Kesrayê û wiha domand: “Di pevçûnan de şervanekî me birîndar bû lê rewşa wî baş e. Her wiha mayinek bi 5 şervanên me de teqiya. Di encamê de her pênc hevalên me jî birîndar bûn. Ji van hevalan rewşa duyan giran e. Di heman demê de, balafirên Koalîsyona Navneteweyî jî li gelek navendên çeteyan dan. Têkildarî windahiyên çeteyan ên ji ber bombebaranê nehat zanîn. Li vê eniyê, çeteyek hat kuştin.”

Li eniya Baxozê şerekî giran heye

Navenda Ragihandinê diyar kir ku hêzên wan li eniya El Şedadiyê kîlometreyekî pêşve çûne û di encama pevçûnan de 17 nuqteyên sabît li vê eniyê hatine avakirin. HSD’ê destnîşan kir ku balafirên koalîsyonê jî baragehên çeteyan bombebaran kirine. Di berdewamê de jî HSD’ê ev agahî parve kirin: “Li eniya Baxozê jî di navbera hêzên me û çeteyan de şerekî dijwar rû da. Li vir çeteyek hat kuştin û li navenda gundê Baxozê jî xetên parastinê yên çeteyan hatin şikandin.”

2 welatiyên êzidî hatin rizgarkirin

Daxuyaniya HSD’ê wiha dawî daxuyaniya xwe anî: “Li eniya Baxozê 17 çete hatin kuştin û serçeteyê bi navê Ehmed El Seîd (Ebû Hacir El Şamî) jî hate girtin. Hêzên me 60 mayinên çeteyan jî bê bandor kirin. Li hundirê Baxozê şerekî giran rû dide. Cenazeyên çeteyan li naverasta gund belav bûne. Çete li gelek nuqteyên gund jî hatine dorpêçkirin. Di heman demê de hêzên me pira di navbera Baxoz û bajarê Bûkemalê de jî rizgar kirin. Di pevçûnên li vê herêmê de 6 çete hatin kuştin. Di operasyoneke taybet a li vê herêmê de du welatiyên êzidî yên ji Şengalê hatin rizgarkirin. Ji şeva din heta niha 35 çete hatin kuştin. Her wiha 2 şervanên me şehîd bûn û hin şervan jî birîndar bûn.”

Albuma Nûçeyê