NÛÇE

Dolar derket 6.25 TL'an !

Dem : 10 Tebax 2018 În

Bandora sepanên DYA’yê ya li ser aboriya dewleta tirk bandorek mezin kir. Îro jî dolarê amerîkî li hemberî lîreyê dewleta tirk derket 6.20 TL'an dest pê kir û niha derket 6.25 TL

Li hemberî TL'ê dolar her ku diçe bilindtir dibe. Îro jî kûra dolar bi 6.20 TL’an dest bi rojê kir û Euro jî bi 7.09’an re rekoreke din şikand. Krîza di navbera Amerîka û dewleta tirk a ku bi keşe Andrew Brûnson ve derhî bû, bi sepanên Amerîkayê re her ku diçe kûrtir dibe. Bi ragihandina sepanan re jî pêşî li bilindbûna dolar nayê girtin.

Ji bo çareserkirina gengeşiya di navbera dewleta tirk û DYA’yê de heyeteke Tirkiyeyê çû DYA’yê. Lê hat zanîn ku di hevdîtinan de tu encam nehatine bidestxistin. Bi ragihandina vê yekê re jî dolar ji hemû rojên berê, bêhtir bilind bû û bû 6.25 TL.

Hêjayî gotinê ye ku dê îro zavayê Erdogan Berat Albayrak saet 14.30’an de modela nû ya aboriyê aşkera bike.  Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan jî duh li bajarê xwe Rîzeyê daxuyanî da û têkildarî bihabûna dolar de ev nirxandin kir: “Kampanyayên cur bi cur didomin. Guh nedin van kampanyayan. Dolarê wan hebe, ê me jî gelê me, mafê me û xwedayê me heye.” AMED

Albuma Nûçeyê