CÎHAN

Divê Rûsya dev ji siyaseta alozkirinê berde

Dem : 11 Pûşper 2018 Duşem

Rayedarên paye bilind ên koma G7’an bang li Rûsyayê kirin ku dest ji van siyasetên xwe yên derxistina tevliheviyan û sînordarkirina sîstemên demokratîk berde. Her wiha bi berpirsyariya êrîşa bi gaza damaran a li Birîtaniyayê tewanbar kir.

Serokên dewletên koma G7’an, ji Rûsyayê xwestin ku hewldanên xwe yên sînordarkirina demokrasiyê rawestîne û deriyê komê li pêşiya vegera wê girtin.

Koma G7’an piştî ku daxwaza serokê Amerîkayê Donald Trump a vegerandina Rûsya di komê de red kir, piştgiriya tewanbariyên Birîtaniyayê yên li dijî Rûsyayê ku ew li paş jehrîkirina sîxurê rûsî yê berê Sêrgî Skêrbal e, kirin.

Di encamnameya lûtkeya hevbeş a li Kanada de wiha hate gotin: “Em bang li Rûsyayê dikin ku dest ji van siyasetên xwe yên derxistina tevliheviyan û sînordarkirina sîstemên demokratîk berde û alîkariya xwe bi rêjîma Sûriyeyê re bi dawî bike.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate diyarkirin: “Em êrîşa bi gaza damaran li Birîtaniyayê şermezar dikin. Em piştgiriya helwesta Birîtaniyayê dikin ku heta asteke bilind guman dike ku Rûsya di vê êrîşê de berpirsyar e. MOSKOV

Albuma Nûçeyê