JIN

‘Divê rêzê nîşanî îradeya milyonan bidin’

Dem : 23 Pûşper 2018 Şemî

Jinên Şengalê der barê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nerazîbûnên xwe anîn ziman. Jinan gotin ku dê heta dawî xwedî li fikir û felsefeya Ocalan derkevin û diyar kirin ku divê cîhan rêzê nîşanî îradeya milyonan bide.

Pakîze Celal da zanîn ku ew ji bo azadiya Ocalan çalakiyên xwe bi dilekî germ didomînin û wiha got: “Erdogan alîkariya çeteyên DAIŞ’ê kir û DAIŞ’ê bi hezaran êzidî qetil kir. Lê şervanên Rêber Apo bi hezaran êzidî ji komkujiyek mezin rizgar kir. Loma Rêber Apo vê yekê heq nake. Divê ji bo jiyanek azad û bi rûmet Rêber Apo azad bibe.”

Mîrcan Hecî anî ziman ku azadiya Ocalan azadiya wan e û destnîşan kir ku divê hemû jin dest bidin hev û li dijî tecrîdê têbikoşin û wiha axivî: “Dijmin çi bike jî nikare me ji Rêberê me veqetîne. Ew her dem di dil û mêjiyê me de ye.”

Mencê Hecî jî diyar kir ku di şexsê Ocalan de dixwazin gelê kurd bê îrade bihêlin û ev tişt vegot: “Lê dê nikaribin îradeya me bişikînin. Rêber Apo hêvî ye û em ê her ji bo geşkirin û azadiya vê hêviyê têbikoşin.” ŞENGAL

Albuma Nûçeyê