NÛÇE

Divê kesên sûc kirin bên darizandin

Dem : 08 Sermawez 2018 Pêncşem

Parêzer Ercan Kanar, di doza darizandina parêzerên ku qedexeyên derketina derve û bûyerên li Cizîrê rû dan şermezar kirin de parastin kir û wiha got: “Li Cizîrê li dijî mirovaniyê sûc hat kirin. Divê kesên li dijî mirovahiyê sûc kirin bên darizandin. Me mafê xwe yê rexnekirina demokratîk bi cih anî.”

Hiqûqnasên Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî, Koma Parêzerên Hemdem, Komeleya  Parêzerên Hemdem, Hiqûqnasên Ji bo Demokrasiyê, Daîreya Hiqûqî ya Malagel, Parêzerên Demokratîk ên Azadîxwaz û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz, di 15’ê îlona 2015’an de li Qada Tunel a navçeya Beyoglu ya Stenbolê, li dijî qedexeya derketina derve û bûyerên li navçeya Cizîra Şirnexê hatin jiyîn çalakî pêk anîbû û şermezar kiribû. Piştre der barê 18 parêzên ku beşdarî çalakiyê bûn de, bi îdiayên “Propagandaya rêxistinê kirin” û “Beşdariya çalakiyên dijzagonî” doz hat vekirin. Danişîna 2’yemîn a dozê li 36’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Gelek parêzer û şandeyek navneteweyî ya  ji Fransayê hatibû doz şopand. Piştî danasîna nasnameyan, danişînê bi parastina parêzeran dest pê kir.   

Parêzer Gokmen Yeşîl, di parastina kir de wiha axivî: “Em di pêvajoyek pîşeyî ya zêde re derbas dibin. Ji ber vê wextek din jî dixwazin.” Parêzer Can Atalay dûre parastin kir û wiha got: “Ez îfadeya xwe ya min di dema lêpirsînê de dayî dubare dikim. Ez tu sûcên ser xwe qebûl nakim. Ez nafikirim ku min sûc kiriye.”

'Dengê azadiyê zêdetir derxistin’

Parêzer Ercan Kanar jî diyar kir ku ew parêzerên hiqûqnas in û wiha axivî: “Em parêzer li aliyekî maseyê rastiyan û li aliyê din ê maseyê jî pênûsa xwe datînin. Parêzerên hiqûqnas, tim li dijî şer, komkujiyan, dîktatoran, faşizmê, şovenizm û jenosîdê derdikevin. Li hemû deverên cîhanê wekheviya mirovan diparêzin. Ji bo bilindkirina dengê azadiya em weke erka xwe dibînin. Ev di xwezaya pîşeya me de heye. Di hemû şoreşan de, parêzerên hiqûqnas pêşengiyê dikin û nabin maşikê desthilatdariyê. Ev doz, di warê hiqûqa Tirkiyeyê de, doza şermê ye. Dozgerê ev îdianame amadekerî, weke parêzerê desthilatdariyê amade kiriye. Serokê dewleta ku darazê weke şûr bi kar tîne, dibêje ‘Em ê darazê serbixwe bikin.’ Ew bi xwe bi vê gotina xwe îtîraf dike ku daraz ne serbixwe ye. Pêdiviya erdnîgariya me bi dadgerên hiqûqê diparêzin hene. Li Cizîrê sûcê mirovahiyê hat kirin. Sûçê li dijî aştî û mirovahiyê, ji sûcê şer  girantir e. Ev sûcên sûcan e.”

'Li Cizîrê çi bû?'

Kanar, di dewama parastina xwe de wiha bilêv kir: “Gelo li Cizîrê çi bû? Gelek sazî û dezgehên mafên mirovan li wê derê lêkolîn kirin. Ligel ku destûr nehat dayîn bikevin nava bajar jî dîsa gelek rapor amade kirin. Sivîl bi awayekî pergalî û belavbûyî hatin înfazkirin. Mirov, mal, sewal û zarok hatin gulebarankirin. Di dema qedexeyan de şebekeyên avê teqandin û bi zanebûn av li ser welatiyan hat qutkirin. Çekên giran hatin bikaranîn, trafo hatin teqandin û hêzên ewlekariyê ceyran birîn. Destûr nehat dayîn li mizgeftan mela bang bikin. Sekvan li minareyên mizgeftan hatin bi cih kirin. Ketin û derketina Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin girtin. Gelê Cizîrê travmaya derûnî derbas kir. Bi zanebûn delîl jêbirin. Hat tespîtkirin ku hemû kesên hatin kuştin mirovên sivîlbûn. Destûr nehat dayîn cenazeyên kesên hatin kuştin, bên definkirin û buzdolaban de hatin parastin. Dibistan kirin qereqol.”

Kanar di dawiya parastina xwe de wiha got: “Divê kesên sûcên mirovahiyê kirin bên darizandin. Me di wê çalakiyê de xwest mafê xwe yê demokratîk ê rexnekirinê bi kar anî. Ger em li dijî van pêkanînan dernekevin, gelo dê kî derbikeve?”

Heyeta dadgehê, ji bo parêzer parastina xwe bikin, wext da û danişîn taloqî 19’ê sibata 2019’an kir. STENBOL

Albuma Nûçeyê