POLÎTÎKA

Divê hikûmeta Başûr xwedî helwesteke zelal be’

Dem : 14 Pûşper 2018 Pêncşem

Dewleta tirk bi hinceta şerê li dijî gerîlayên PKK’ê, ev demeke dirêj e sînorên başûrê Kurdistanê derbas kirin û gelek herêm jinûve dagir kirin. Li dijî dagikeriya dewleta tirk, ji bilî PDK’ê hemû partiyên siyasî yên li başûrê Kurdistanê, gelek saziyên civaka sivîl û gelê Başûr bertekên tund nîşan dan. Bertekeke din jî ji Pêşmergeyên Dêrîn hat. Pêşmergeyan anî ziman ku ew ê rê nedin ku leşkerên dewleta tirk bikevin Qendîlê.

Pêşmergeyên Dêrîn ên ku bi armanca piştgiriya bi gerîlayên PKK’ê re serdana Qendîlê kirin anîn ziman ku ew piştgiriyê didin Qendîlê. Pêşmergeyan piştgirî dan çalakiya mertalê zindî ya Ciwanên Welatparêz a li Qendîlê. Têkildarî mijarê ji pêşmergeyan Hekem Cengijî anî ziman ku ew ji bo piştgiriyê hatine Qendîlê û wiha domand: “Dewleta tirk hewl dide ku axa Başûr dagir bike. Em ê ji niha û şûnde hewl bidin ku welatê xwe azad bikin. Ev demek e ku Başûr aram û bi awayê nîvazad dijî, lê di roja me ya îro de dewleta tirk hewl dide ku dîsa dagir bike. Di pêvajoyeke ewqasî dijwar de hikûmet û partiyên siyasî xwedî helwesteke nediyar in. Divê hemû alî li dijî dagirkeriyê xwedî helwest û biryar bin.”

‘Li dijî dijminê salan têbikoşin’

Di berdewamê de jî Cengijî got ku tu hêz nikarin bikevin Qendîlê û wiha pê de çû: “Em canê xwe li ser vê axê didin lê rê nadin leşkerên tirk ku pê li axa Qendîlê bikin.Ger leşkerên tirk têkevin Qendîlê dê nekaribin derbikevin. Em bang li alîgirên ku hevkarî û sîxûriyê ji bo dewleta tirk a faşîst dikin ku li dijî gelê xwe êrîş dikin, werin dev ji van kiryarên xwe berdin. Werin em bi hev re yekitiyê ava bikin û li dijî dijminê bi salan tê bikoşin. Ger em bibin yek, tu hêz nikarin guleyekê jî li nav axa me biteqînin.”

‘Banga xwedîderketinê li herkesî kir’

Ji Pêşmergeyên Dêrîn Omer Kake jî bi lêv kir ku dê heta dawiyê piştgiriyê bide Qendîlê û nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Li dijî êrîşa dewleta tirk ez bang li hikûmeta Herêmê û Bexdayê dikim ku xwedî helwesteke zelal bin. Rojane ji ber bombebarana artêşa tirk sivîl tên qetilkirin. Dewleta tirk a faşîst çawa Efrîn dagir kir, îro dixwaze gund û bajarên Başûr jî dagir bike. Ez li vir bang li her kesî dikim ku têketina Qendîlê ewqasî ne hêsan e, her demê Qendîl bûye hêlîna gerîla û pêşmergeyan. Gerîla heta şehîd nebe, çiya û axa xwe bernade. Li ser vî bingehî bang li hemû gelê Başûr dikim ku gerîla ji bo hemû Kurdistanê xebat dike, werin jê re bibin palpişt.” BEHDÎNAN

Albuma Nûçeyê