NÛÇE

‘Divê hemû kurd piştgiriyê bidin PKK’ê’

Dem : 09 Tebax 2018 Pêncşem

Ji mamosteyên Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Keywan Azad anî ziman ku dewleta tirk mîna li Efrînê, li Qendîlê jî çeteyên DAIŞ û El Nusrayê bi cih bike. Azad got ku şikestina PKK’ê dê bê wateya şikestina kurdan û ji bo pêşîlêgirtina vê yekê jî divê tevahiya kurdan piştgiriyê bidin PKK’ê

Di demeke ku bertekên gelê başûrê Kurdistanê ji ber bêhelwestiya wê ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk zêde dibin de mamosteyê Zanîngehê Silêmaniyê Dr. Keywan Azad nirxandinên girîng kirin. Azad da zanîn ku metirsiya dagirkeriya dewleta tirk a li ser Başûr mezin e û divê hemû kurd li dijî dagirkeriyê piştgiriyê bidin gerîlayên PKK’ê.

Dr. Keywan Azad di serî de bal kişand ser dîroka dagirkeriya dewleta tirk û got ku her tim li dijî vê dagirkeriyê têkoşîna gelê kurd hebû ye. Di berdewamê de jî Azad dagirkeriya dewleta tirk a niha ya li başûrê Kurdistanê nirxand û wiha got: “Dîroka dewleta tirk her tim bi dîktatorî, dagirkerî, ferzkirina tirkbûnê û bi hewldana kontrolkirina kurdan re derbas bûye. Dixwazin dewleta tirk bikin mezintirîn dewleta îslamî û hemû dewletên îslamî kontrol bikin.”

‘Divê kurd ji nakokiyan sûd werbigirin’

Di berdewamê de jî Azad got ku Erdogan bi hewldanên guherandina rejîma heyî re kiryarên xwe yên li Sûriyeyê li herêma Qendîlê jî dê bixe meriyetê. Azad bi lêv kir ku dewleta tirk dixwaze bi hewlên xwe yên dawî re dagirkeriya xwe berfireh bike û ev nirxandin kir: “Lê niha bi DYA’yê re pirsgirêkan dijî. TL dihele. Divê kurd ji van nakokiyan sûd werbigirin û PKK’ê ji lîsteya terorê ya DYA’yê derxîne.”

‘Dewleta tirk dixwaze El Nusra û DAIŞ’ê li Qendîlê bi cih bike’

Mamoste Azad bi lêv kir ku PKK hêzeke şoreşger e û wiha got: “PKK daxwaza mafên gelê kurd dike û ji bo vê jî têdikoşe. Nabe ku PKK di lîsteya terorê de bimîne. Dê derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê derfetan bide ku PKK di nav koalîlasyona navneteweyî de cih bigire. Wê demê dikare bi hêzeke baş li dijî dewleta tirk bisekine. Dewleta tirk hêzên girêdayî xwe ava bike. Dixwaze şer ji xwe dûr bixe. Çawa ku li rojavayê Kurdistanê El Nusra li Efrînê bi cih kir, dixwaze El Nusra û DAIŞ’ê li Qendîl bicih bike. Belê meseleya wan ev e. Gelo em kurd ku xwedî ewqas xemên giran in çima ewqas parçe ne? “

‘Şikestina PKK’ê şikestina kurdan e’

Mamosteyê Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Keywan Azad wiha dawî li axaftina xwe anî: “PKK li Qendîlê rûniştiye. Tirkiye jî vê weke hincet nîşan dide û zextê li PDK’ê dike. Herêma Kurdistanê ne bihêz e ku bikaribe li dijî dewleta tirk bisekine. Ji ber vê jî PDK, YNK an jî Goran neçarin ku bikevin bin bandora dewleta tirk. Divê hemû piştgiriyê bidin PKK’ê. Ji ber ku şikestina PKK’ê, şikestina kurdan e. Şikestina PDK’ê şikestina kurdan e. Ji ber ku em hemû kurd in.” SILÊMANÎ

Albuma Nûçeyê