JIN

Divê hemû jin li dora HDP’ê bicivin

Dem : 02 Pûşper 2018 Şemî

Parêzer Ceren Şîmşek ya femînîst ku li Enqereyê ji herêma yekemîn, ji rêza 5’emîn namzeda HDP’ê ye, sedema namzediya xwe ya HDP’ê vegot.

Şîmşek ku ev 8 sal e parêzeriyê dike û li ser dosyayên jin û zarokan xebitiye, diyar kir ku daraz êdî ne serbixwe ye û wiha axivî: “Dadger û dozger ji zîhniyeta desthilatdariya siyasî ne cudatir in. Ji ber vê min got divê di qadên din de têkoşîn bê dayîn. Ez fikirîm ku qada herî bi derfet HDP ye. Ji ber vê ez bûm namzed.”

Şîmşek destnîşan kir ku HDP partiya jinan e û di nav partiyên siyasî de ya herî zêde ku jin tê de cih digirin HDP ye û wiha domand: “Danezana hilbijartinê ya Meclisa Jinan a HDP’ê ku ava kiriye beramberê keda jinan e.”

Şîmşek da zanîn ku li dijî newekheviya li hemberî jinan, di HDP’ê de têkoşîn daye û got ku divê hemû jin di bin sîwana HDP’ê de bên cem hev ku li dijî zîhniyeta mêr têbikoşin.

Her wiha Şîmşek destnîşan kir ku dê têkoşîna xwe a bi jin û zarokan re bidomîne û di meclisê de ji bo dengê wan bide bihîstin têbikoşe. ENQERE

Albuma Nûçeyê