POLÎTÎKA

‘Divê endamên komîsyona hilbijartinê durist bin’

Dem : 07 Tîrmeh 2018 Şemî

 Tevgera Civaka Azadiya Kurdistanê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku li gorî qanûnên başûrê Kurdistanê dikarin tev li hilbijartinên Başûr bibin. Partiyê bang li endamên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Herêmê kir ku serbixwebûna xwe biparêzin û  di bin bandora partiyên siyasî de nemînin

Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê li navenda xwe ya bajarê Silêmaniyê têkildarî rexneyên li ser tevlêbûna wan a ji bo hilbijartinên başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Hevserokatiyê da zanîn ku ji bo tevlêbûna hilbijartinan dê hemû rêyên qanûnî û medenî bikar bînin.

Daxuyanî ji hêla berdevka Tevgera Azadî Tara Hisên ve hate xwendin. Hisên da zanîn ku ji bo hilbijartinên dema bê yên Herêma Kurdistanê ku dê di 30’ê îlona 2018’an de pêk bên, Tevgera Azadî weke aliyek siyasî xwe tomar kiriye. Hemû rêyên yasayî bi cih anîne û bê kêmanî pêşkêşî komîsyonê kirine. Piştî lêkolîna komîsyonê, bi daxuyaniyek çapemeniyê ragihand ku Tevgera Azadî di rêza jimare 23’an de ji bo tev li hilbijartinê bibe, hatiye qebûlkirin.”

Bang li endamên komîsyonê kirin

Di berdewamê de jî Hisên da zanîn ku hewldan û rexneyên rêxistinên paşverû û hikûmeta heyî yên li ser partiya wan, siyasî û yasayî nînin. Hisên got ku Dadgeha Komîsyonê jî tevî van hewldanên astengkirinê û rexneyan jî şandine Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Herêmê û wiha got: “Em ji Komîsyon û endamên komîsyonê daxwaz dikin ku pisporî û serbixweyiya xwe biparêzin. Nekevine bin bandora desthilat û partiyeke siyasî. Ger wiha nebe, dê gumanên der barê wan de zêdetir bibin.”

Di ketina hilbijartinê de bi biryar in

Daxuyaniya Hevserokatiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê wiha bi dawî bû: “Ji 39 aliyan tenê ji bo me astengiyan derdixin. Bi her reng û rêbazan em ê nûnerên xwe bişînin parlamentoyê û hemû astengiyan ji holê rakin. Em ê hemû rêyên yasayî bi kar bînin û hemû rê ji bo me vekirî ne ku tev li hilbijartinê bibin.”

Tu astengî li pêşiya wan nîn in

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bi rêya yasaya komîsyonê forma 102 dagirtiye, piştî lêkolîna komîsyonê piştrast kiriye ku tu pirsgirêkên wan nîn in. Her wiha di hilbijartinên 12’ê gulanê yên parlamentoya Iraqê de jî tev li bûn û kursiyek bidest xist. SILÊMANÎ

Albuma Nûçeyê