JIN

Divê civak siberoja xwe tarî neke

Dem : 14 Îlon 2018 În

Jinên Minbicê ku di temenê biçûk de hatine zewicandin anîn ziman ku ji bo siberoja civakê tarî nebe divê pêşî li zewaca di temenê biçûk de bê girtin û gotin ku divê civak xwedî li pêşeroja xwe derkeve

Ji pirsgirêkên civakî yên girîng yek jê jî zewaca di temenê biçûk de ye. Yên ku di temenê biçûk de hatine zewicandin her xetereyên ku pê rû bi rû mane tînin ziman. Jinên Minbicê yên ku di temenê biçûk de hatine zewicandin jî nerazîbûna xwe ya li dijî zewaca di temenê biçûk de anîn ziman û wiha gotin: “Zewaca di temenê biçûk de xeyalên zarokatiyê têk dibe û siberoja mirovan tarî dike. Divê em hemû jin di nav piştevaniyek mezin de bin û nehêlin ku xeyalên zarokan têk biçe û siberoja wan tarî bibe.”

Newroz Hesen da zanîn ku zewaca di temenê biçûk de ji her alî bandorek neyînî li ser zarokan dike û wiha axivî: “Zewaca di temenê zarokatî de dibe sedema birînên kûr. Ji bo birînên kûr venebin divê hemû malbat dest bidin hev û li dijî vê yekê têbikoşin. Ji bo hêviyên civakê tune nebin û jiyanek aram divê em hemû bibin yek û li dijî zewaca di temenê zaroktiê de derkevin.”

Meriyem Yehya ya ku di 16 saliya xwe de hatiye zewicandin, diyar kir ku zewaca di temenê biçûk de xeyalên zarokatiyê têk dibe û siberoja mirovan tarî dike û wiha domand: “Divê em hemû jin di nav piştevaniyek mezin de bin û nehêlin ku xeyalên zarokan têk biçin û siberoja wan tarî bibe. Divê hemû dayik û bav di vê hişmendiyê de bin û nehêlin ku zarokên wan di temenê biçûk de bên zewicandin.” MINBIC

Albuma Nûçeyê