JIN

Divê bi hêzeke hevpar em xwedî li Ocalan derkevin

Dem : 22 Pûşper 2018 În

Endema Kongreya Starê Newroz Haşîm têkildarî tecrîdê axivî û got ku jinên kurd û bakurê Sûriyeyê bi saya fikrên Ocalan xwe bi rêxsitin kiriye û diyar kir ku divê bi hêzeke hevpar xwedî li Ocalan bê derketin

Çalakiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev çend sal e ji aliyê dewleta tirk ve tê meşandin û bi tu awayî agahî jê nayê girtin, li her derê bê navber didomin.

Der barê tecrîdê de endama rêveberiya Kongereya Starê Newroz Haşîm axivî û got ku felsefe û ramanên Ocalan ji bo azadiya gelan gelek girîng e ji ber vê divê demildest tecrîda li ser wî bê rakirin.

‘Jin xwe bi rêxistin kirin’

Haşîm anî ziman ku bi saya fikrên Ocalan hem jinên kurd hem jî hemû jinên bakurê Sûriyeyê xwe bi rêxistin kirine, loma divê tecrîda li ser fikir û ramanên azad ê Ocalan bi dawî bibe.

Ocalan ji mafên xwe bêpar e

Haşîm da zanîn ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha got: “Rêber Apo niha di zindana Îmraliyê de ji hemû mafên xwe yên rewa bêpar tê hiştin. Ev rewşek dijhiqûqî ye.

Bi fikir û felsefeya Rêber Apo mirovan xwe nas kirin û xwedî li îradeya xwe derketin. Divê em jî xwedî li îradeya xwe derkevin û heta dawî ji bo azadiya Rêberê xwe li ser pêya bin.”

‘Zincîra koletiyê hat şikandin’

Haşîm destnîşan kir ku jinan bi saya Ocalan zincîra koletiyê şikandiye û wiha domand: “Bi pêkhatina Şoreşa Rojava û ramanên Rêber Apo jinan bêtir xwe nas kirin û birêxistin bûn. Ji bo civakek azad û pêşketî divê em li Rêberê xwe xwedî derkevin.”

Fikrên wî çavkaniya hêzê ye

Herwiha Haşîm di derbarê berxwedana Efrînê got ku bi vîneke xurt berxwedan pêk hat û wiha got: “Çavkaniya berxwedana berbiçav eparastina felsefeya Rêber Apo. Divê em bi hêza hevpar ji bo azadiya Rêberê xwe  her li ber xwe bidin.” ŞEHBA

Albuma Nûçeyê