ÇAND Û HUNER

Dîrokek bi hilweşandinê re rû bi rû ye

Dem : 22 Îlon 2018 Şemî

Erdogan ALAYÛMAT / MELETÎ – MA

Keşîşxaneya dîrokî Çiyayê Dêrê ya li Meletiyê ji ber xemsariyê û êrîşên defînegeran bi hilweşandinê re rû bi rû ye. Keşîşxane terkî însafa kesên tiryakkêş hatiye kirin û bûye kavil

Keşîşxaneya Çiyayê Dêrê ya Meletiyê, ya li gorî qeydên fermî weke Çiyayê Mûşar, li borî gelê herêmê weke Çiyayê Dêrê û li gorî hin kesan jî weke Çiyayê Abdulvahap tê zanîn, ji ber xemsarî û êrîşên defînegeran bûye kavil. Ji Çiyayê Dêrê mirov hemû xweşikiya Meletiyê dibîne û mirovan dike heyranê xwe.

Li gorî hin dîrokçeyan Qraliyeta Komagene Keşîşxaneya Çiyayê Dêrê avakiriye. Lê li gorî hin kesan jî ji serdema Urartuyan ve hatiye avakirin û li gorî hin dîrokçeyên din jî keşîşxane aydê serdama Împaratoriya Roma ya Rojhilat, ango Cenevîziyan e. Keşîşxaneya ligel hemû texrîbatan heya roja me ya îro maye, niha jî terkî însafa ravkerên defîneyan hatiye kirin.

Keşîşxaneya ku 50 kîlometre dûrî Meletiyê û 100 kîlometre jî dûrî Xarpêtê, li ser Çiyayê Mûşarê ye. Ji asûyên çiyê jî, mirov navçeyên Argan, Yazihan, Hekîmxan, Erxevan û Erebgir ên Meletiyê û Çiyayê Mûnzûrê pir zelal dibîne û xwegihandina serê çiyê pir zor û zehmet. Ji Bendava Keban bigire heya Pira Komurhan ên li ser Çemê Firat hatine avakirin, li dora çiya nîvçenberek e.

Çiyayê Mûşar a ku demek weke qada perwerdeyê ya leşkerî hatiye bikaranîn, niha terkî însafa tiryarkêşan û defînegeran hatiye kirin. Dîwarên keşîşxaneyê bi demê re hilweşiyan û gelek nivîsên bi boyaxa sprey li ser dîwarên wê hene.

Girîngî nedan xebatan

Wêneyên Hezretî Îsa û Dayika Meryem ên bi keşîşxaneyê vê ji cihên wan hatine kirin, goristana li kêleka keşîşxaneyê û sarinca avê hema bêjê tune bûne. Me der barê mijarê de bi rojnameger Cûmalî Uyan re hevdîtin kir û agahiyên têkildarî keşîşxaneyê ji wî wergirtin. Uyan, diyar kir ku di warê dîroka herêmê de, keşîşxane xwedî girîngiyeke mezin e û wiha axivî: “Ji salên 70’yî ve keşîşxane nehatiye restorekirin. Ji bo restorekirina keşîşxaneyê gelek hewldan çêbûn. Lê vîna siyasî û rêveberiyên herêmê tu girîngî nedan van hewldanan.”

Agahiyên zelal tune ne

Uyan, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Dema ez di sala 1979’an de Midûrê Tûrîzm û Danasîna Bajêr bûm, min bi armanca lêkolînkirina herêmê û vekirina qadê ya ji bo tûrîstan, gelek pêşniyar kirin. Lê kesekê tu eleqe nîşanî vê yekê neda. Der barê dîroka keşişxaneyê de tu agahiyek zelal û zanist tune ye.”

Uyan, da zanîn ku divê keşîşxaneya dîroka serê Çiyayê Mûşar, bê restorekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dikarên vê derê de ji bo tûrîstên herêmê û biyanî vekin. Ji bo avakirina binesaziyê, dibe ku hinek mesrefa dewletê lê biçe û herêmê ji tûrîzmê re vekin. Lê nakin.”

Albuma Nûçeyê