NÛÇE

Dîmenên qetilkirina Pakîze Hazar derketin holê

Dem : 29 Avrêl 2018 Sêşem

Hêzên leşkerî yên dewleta tirk di 14’ê hezîrana 2017’an de dema ku welatiya bi navê Pakîze Hazar (85) li ser rêya Mumîn Aga ya ku ji çûnhatinê re girtiye, ji bo meaşê xwe diçû PTT'ê, bi wesayîta zirxî ew qetil kiribû. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Licê de ajokarê wesayîta zirxî çawîşê pispor S.K. piştî îfadedayînê hatibû berdan.

Dozger der barê S.K. de bi tewanbariya ‘bûye sedema mirineke qisûrdar’ îdianameyeke ku ji paragrafekê pêk tê amade kiribû û xwestibû ku ji 2 salan heta 6 salan bê cezakirin. Heta niha 2 danişînên dozê pêk hatine. Doz li dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Licê didome.  Li gorî nûçeya nûçegihanê Ajansa Mezoptamyayê (MA) Denîz Tekîn, dîmenên wesayîtê derketin holê û li dosyeya dozê hatin bicihkirin.

Dîmen her tişt aşkera kir

Di dîmenan de cihê bûyerê herêma aîdî leşkeriyê ya li hemberî PTT’ê dixuye. Di dîmen de Hazar di destê wê de gopal heye dimeşe û li hêla çepê ya wesayîta zirxî ku li ber PTT'ê ye. Hazar di pêşiya wesayîtê de diçe, dema vedigere hêla rastê wesayît tev digere. Lê belê di wê kêliyê de welatiyekî ku li hêla rastê ya wesayîtê ye, dema dibîne wesayît li Hazarê diqelibe bi qasî 2 metreyan nêzî wesayîta zirxî dibe û bi destan leşkerên di wesayîtê de hişyar dike. Lê belê, ligel vê yekê jî wesayîta zirxî nasekine û Hazar di bin wesayîtê de dieciqe û can dide.

Kujeriya xwe parast!

Bersûc çawîşê pirspor S.K. di îfadeya xwe ya dadgehê de, diyar kir ku wê rojê wî wesayît li ber PTT’ê bi awayekî çeperast park kiriye û ev îdia dikir: “Dema wesayît tevgeriya, min Pakîze Hazara ku wefat kir nedît. Ji ber ku hêla rastê ya wesayîtê lê ketiye û Pakîze Hazar miriye. Wê rojê di hundirê wesayîtê de tenê kamerayeke ku derve dibîne hebû. Ew jî dawiya wesayîtê nîşan dide û dema tu fitêza wesayîtê davêjî paş kamera dikeve dewrê. Ji bilî vê di wesayîtê de tu kamerayeke ku derve nîşan bide tune ye. Her wiha dema min li Pakîze Hazarê qeliband, ew li hêla piniya kor a wesayîtê bû. Bi xwe min ew endîtiye. Lê paşê dema leşker ji min re got raweste sekinîm û dema sekinîm min li Pakîze Hazarê qelibandiye. Her wiha roja ku bûyer pêk hat, rê ji bo çûnhatinê negirtîbû. Ew der mehek du meh berê ji çûnhatinê re hatibû girtin. Bûyer qezayek bû, qesdeke min tune ye û kêmasiya min jî tune ye. Ji ber vê bûyerê xemgîn im. Beraeta xwe dixwazim.”

Albuma Nûçeyê