POLÎTÎKA

Dîlên azadiyê: Ji bo hilbijartinan seferber bibin

Dem : 30 Avrêl 2018 Çarşem

Komîteya Zindanan a PKK'ê der barê hilbijartinên 24’ê Hezîranê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bang li hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê hat kirin ku planên AKP-MHP’ê têk bibin.

Di daxuyaniyê de komîteyê da zanîn ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê dê bibin hilweşîna fermî ya bloka faşîst a AKP-MHP'ê û ji bo dengdanê bang li hemû malbatên girtiyan kir. Di berdewamiya daxuyaniyê de jî ev tişt hatin gotin: “Weke malbatên girtiyan divê em vê planê ji hev bixin û tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê biqedînin. Bloka faşîst a AKP-MHP'ê ji bo pêşî li têkçûna xwe bigire û desthilatdariya xwe biparêze, hilbijartin ferz kiriye. Lê belê xuya ye ev hilbijartin wê bibe îlana hilweşîna wan. Hemû şan û nîşaneyên li Tirkiyeyê radixin pêş çavan ku bloka faşîst a AKP-MHP'ê bi bayê bezê qels dibe û hildiweşe. Ast, huner û hêza vê bloka faşîst nemaye ku karibe welêt bi rê ve bibe.”

‘Têkoşîna birêxistinî pêwîst e’

Komîteya Malbatên PKK’ê destnîşan kir ku hilbijartinên 24’ê Hezîranê dikare tifaqa AKP-MHP’ê biqedîne û wiha bi dawî kir: “Lê belê ev yek wê xweber nebe. Ji bo vê, divê hemû hêzên li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ne, bi rengekî xurt, berfireh û rêxistinbûyî têbikoşin û bixebitin. Ev kar ne tenê karê ji bo hilbijartinê ye. Li dijî konsepta tunekirinê ya topyekûn a desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, beşeke girîng a berxwedana topyekûn e. Ji bo serkeftina di hilbijartinan de tenê rêyek l ber wan heye. Ew jî dizî û hîle ne. Lewma karê herî girîng ê divê were kirin, rêxistinbûna li dijî hîleyan û xwedîderketina li sindoqan e.”

‘Xebat deynê herkesî ye’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Deyn û erka jin, ciwan, kedkar, misilmanên rasteqîn, elewî, bawermendên cuda û alîgirên demokrasiyê ye ku hem bixebitin û bi ser bikevin, hem jî vê serkeftinê, yanî sindoqan biparêzin. Malbatên zêdeyî 10 hezar girtiyên siyasî divê li şûna zarokên xwe jî bixebitin. Wekî din Rêberê me li zindanê dîlgirtî ye. Lewma, tevlêbûna malbatên girtiyan li vê pêvajoyê, ji bo şikandina sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê, dê bibe têkoşîneke cidî. Ji bilî vê yekê, namzetê HDP'ê yê serokkomariyê birêz Selahattîn Demîrtaş jî girtî ye. Pêwîste hemû malbatên girtiyan di asta herî bilind de xwedî li birêz Demîrtaş derkevin. Lewma her malbateke girtiyan berpirsyar e ku Rêberê me, girtiyên HDP'yî û zarokên xwe yên li zindanê temsîl bike.”

Albuma Nûçeyê