JIN

Di xebatên perwerdeyê de pêşengiya jinan

Dem : 12 Kewçer 2018 În

Çeteyên DAIŞ’ê di dema dagirkirina herêmên bakurê Sûriyeyê de hewl da bi hemû rêbazan xebatên perwerdeyê li wan herêman bi paş bixin û civakeke dûrî zanînê ava bikin.Vê jî bi rêya dûrxistina jinan a ji xebatên perwerdeyê pêk dianîn.

Bajarê Minbicê jî yek ji van herêman e ku ji kiryarên çeteyan nefilitî. Lê belê piştî rizgarkirina bajêr ku du sal li pey xwe hiştin, jinên bajêr tev li hemû warên jiyanê bûn. Yek ji wan karên ku jin roleke sereke tê de dilîzin jî xebatên perwerdeyê ne. Rêjeya tevlêbûna mamosteyên jin di qada perwerdeyê de ji nîvî zêdetir e. Der barê mijarê de endama rêveber a Navenda Perwerdeyê ya Minbicê Celîle Seîd axivî. Di destpêka axaftina xwe de Seîd destnîşan kir ku jin piştî du salên ji tarîtiyê ku li ser wan hatibû ferzkirin, cihekî taybet di qada perwerdeyê digire û anî ziman ku jin perwerdekara bingehîn a civakê ye.

 Jin erka perwerdeyê girt ser xwe

Seîd da zanîn ku mamosteyên jin piştî rizgarkirinê berpirsyariya perwerdekirin û fêrkirina nifşên nû girt ser xwe û wiha got: “Mamosteyên jin bi rêya xwendina pirtûkan, aktîfkirina rola xwe ji berê bêhtir di warê perwerdeyê de, xwe bi pêş xist û niha dikarin nifşeke nû û civakeke zana û vekirî ava bikin.” MINBIC

Albuma Nûçeyê