POLÎTÎKA

‘Di şexsê Ocalan de projeya aştiyê tê hedefgirtin’

Dem : 14 Îlon 2018 În

Parlamenterê HDP’ê Selçûk Mizrakli anî ziman ku bi tecrîdkirina Ocalan re dewleta tirk di şexsê Ocalan de siyaseta demokratîk û projeya aştiyê ya Rojhilata Navîn hedef digire. Mizrakli anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan li dijî hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye û got ku divê di zûtirin dem de tecrîd bi dawî bibe

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam e. Di vê çarçoveyê de ji 27’ê tîrmeha 2011’an heta niha parêzerên Ocalan nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin. Her wiha ji 5’ê nîsana 2015’an ve jî Heyeta Îmraliyê nikare bi Ocalan re hevdîtinan bike. Herî dawî jî birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di 11’ê îlona 2016’an de bi birayê xwe re hevdîtin pêk anîbû. Têkildarî mijarê parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Selçûk Mizrakli ji nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Esra Solîn Dal re axivî. Mizrakli got ku divê demildest deriyên Îmraliyê bên vekirin.

Selçûk Mizrakli diyar kir ku Ocalan her tim ji bo aştiyê têkoşiyaye û wiha domand: “Birêz Ocalan ji bo çareseriyê gelek caran pêşniyarên xwe anîn ziman lê bêbersiv man. Tecrîdkirina Ocalan, tecrîdkirina jiyana bi hev re ya gelên vî welatî ye. Yên ku şer û rûxandinê dikin, dixwazin welat parçe bikin. Ocalan yekparebûna welat dixwaze û yên vê naxwazin jî pêvajo xist vê rewşê. Bi tecrîdkirina Ocalan re paradîgmaya wekhevî, aştî û jiyana azad tê tecrîdkirin û di şexsê Ocalan de siyaseta demokratîk a kurdan û projeya aştiyê ya li Rojhilata Navîn tê tecrîdkirin.”

Rêya sêyemîn; Konfederalîzma Demokratîk

Mizrakli destnîşan kir ku tevî hişyariyên Ocalan jî li Rojhilata Navîn aloziyek mezin rû daye û ev nirxandin kir: “Aktorên kurewî û herêmî li herêmê rûxandin zêde kirin. Ji bo parastina gelan jî Ocalan weke rêyeke sêyem ango Konfederalîzma Demokratîk pêşniyar kir.  Rojava, bersiva Ocalan a li hemberî hêzên kurewî ye. Mîmarê çareserkirina pirsgirêka aloziya Rojhilata Navîn, Ocalan e.”

‘Di her şert û mercan de çareseriyê diafirîne’

Herî dawî jî parlamenterê HDP’ê Selçûk Mizrakli ev tişt anîn ziman: “Li hemberî tecrîda li ser Ocalan, CPT’ê xwe li bêdengiyê daniye. Saziyên navdewletî li gorî berjewendiyên dewletan tevdigerin. Dema ku em li hiqûqa navxweyî û navneteweyî dinihêrin, bi bûyereke ku mînaka wê li cîhanê nîne re rû bi rû ne. Kesên qala maf, hiqûq û dadê dikin divê li dijî tecrîdê bêdeng nemînin. Ji ber ku wijdana mirovahiyê û hiqûq vê qebûl nake. Beriya ku aloziya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê kûrtir bibe, divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Ocalan di hemû şert û mercan de ji bo çareseriyê rêyan diafirîne. Di şertên herî giran de jî helwesta wî ji bo aştî û jiyana bi hev re ye.” AMED

Albuma Nûçeyê