CÎHAN

Di navbeyna DYA û Almanyayê de krîz

Dem : 07 Pûşper 2018 Pêncşem

Di navbeyna Almanya û DYA’yê de, ji ber gotinên sefîrê Amerîkayê nîqaşa ku gelek partiyên siyasî jî helwesta xwe nîşan dane didome. Sefîrê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Rîchard Grenell ku beriya bi mehekê dest bi kar kir, ji ber hevpeyvîneke xwe ya bi platforma Amerîkayê ya rastgirên tûnd re, di rojeva Almanyayê de ye.

Grenell di hevpeyvînê de gotibû, ew armanc dikin ku muhafazkarên din ên Ewropayê geş bikin. Li ser vê yekê di serî de li Almanyayê helwest hatin nîşandan. Wezarata Karên Derve ya DYA’yê jî hewl dide ku helwestan nerm bike. Grenell gotibû çîna klasîk a polîtîk a Ewropayê beriya hilbijartinê biryarê li ser dide bê ka wê bi ser bikeve û got ku li pêşberî vê ew jî dixwazin muhafazkarên din ên Ewropayê geş bikin.

Di daxuyaniyê de ku ji hêla hikûmeta federal a Almanyayê ve hate dayin, hate gotin ku ji gotina sefîr wate çiye divê were gotin.

Serokê berê yê SPD’ê Martîn Schûlz jî li ser gotinên sefîr got, “mirov nikare ragire”. Schûlz got, “Divê Grenell demildest ji ser kar were vekişandin. Alîkarê Serokê Giştî yê SPD’ê Torsten Schafer Gumbel jî got ku Grenellê armanca destwerdana li hilbijartinên demokratîk ji bo sefîrtiyê ne mirovê rast e. Serekwekîla Koma Partiya Çepgir (Dîe Lînke ) Sara Wagernknecht jî xwest ku sefîr demildest were dersînorkirin.

Li ser van gotinên Grenell Wezareta Karên Derve ya DYA’yê hewl dide ku helwestan nerm bike. Berdevka Wezareta Karên Derve Heather Nauert got ku sefîrê wan dikare bi azadî fikrên xwe yên şexsî bibêje. Nauert got ku ev nayê wê wateyê ku ew li ser fikra Grenell in yan na. Nauert got têkiliyên wan ên bi Almanyayê re pir xurt in û wan ev careke din dîtiye. BERLÎN

Albuma Nûçeyê