JIN

Di nav her şert û mercan de xebat didomin

Dem : 09 Pûşper 2018 Şemî

Piştî êrîşên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê, gelê Efrînê ji bo ewlehiyê derbasî kantona Şehbayê bûn û niha li wir têkoşîna xwe didomînin. Kongreya Star xebatên xwe yên ku li Efrînê dikirin niha li kampên Kantona Şehbayê didomînin. Têkildarî vê mijarê Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Hesine Hesen axivî û diyar kir ku bi piştgirî û hêza jinan li kampên Şehbayê bênavber xebatên xwe didomînin û dê heta dawiyê jî têkoşîna xwe bidomînin.

Hesen destnîşan kir ku ew li kampên Şehbayê bi piştgiriya jinan Komîteya Silhê, Komîteya Jinên Ciwan û Mala Jinan ava kirine û wiha got: “Me xwest jin di van komisyonan de di bin sîwana wekheviyê de xwe birêxistin bikin û têkoşîna xwe bidomînin. Jinên kampê bi dilekî germ beşdarî xebatan dibin û serî li dijî desthilatdaran natewînin û li ber xwe didin.”

Hesen da zanîn ku divê jin di nava çar dîwaran de asê nemîne û wiha bi dawî kir: “Jinên li kantona Şehbayê divê xwe bi rêxistin bikin û hemû beşdarî xebatên ku wan ji çewisandinê diparêzin, bibin.” ŞEHBA 

 

 

 

Albuma Nûçeyê