JIN

Di meha hezîranê de 39 jin hatine qetilkirin

Dem : 04 Tîrmeh 2018 Çarşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Her ku diçe qetilkirina jinan zêdetir dibe. Platforma Em dê Cînayetên Jinan Rawestînin rapora xwe ya meha hezîranê parve kir û da zanîn ku di meha hezîranê de 39 jin hatine qetilkirin. Platformê da zanîn ku nedarizandina kujeran, rê li ber zêdebûna qetilkirina jinan vedike

Platforma Em dê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora meha hezîranê ya cînayetên jinan aşkera kir. KCDP'ê di raporê de diyar kir ku di vê mehê de 39 jin hatine qetilkirin û îstısmarkirina zarokan jî berdewam dike. Platformê da zanîn ku di meha hezîranê de 22 jin rastî îstismara zayendî hatine û ev agahî parve kirin: “Ji ber bêtedbîriyên li dijî tundiya li ser jinan, tundî her ku diçe zêdetir dibe.”

Di berdewama raporê de jî platformê destnîşan kir ku di meha hezîranê de sedema kuştina 18 jinan nehatiye tesbîtkirin û ev dane parve kirin: “Kiryarên 14 jinan jî ne diyar in. Ka jin ji aliyê kê ve û çima hatine kuştin nayên diyar kirin û ji ber vê yekî faîl nayê darizandin û lêpirsîn jî nayên kirin.”

‘Xesandin û bidarvekirin ne çare ye’

KCDP’ê di raporê de daxuyand ku hikûmetê dîsa mijara xesandinê xistiye rojevê û ev nirxandin kir: “Xesandin û bidarvekirin li dijî mafê jiyanê yê mirovan e. Serlêdana rêbazên li dijî mafên mirovan ne çareserî ye. Ji bo çareseriyê divê zagon û cezayên heyî têkevin meriyetê û rastî cezayê heyî bên. Kuştina jinan li gorî meha gulanê, zêdetir bûne. Tenê di meha hezîranê de 39 jin hatin qetilkirin. Her wiha mirina 9 jinan jî biguman e. Di heman demê de mirina 18 jinan jî nehatiye tesbîtkirin. Bi qasî ku kujer û yên tundiyê dikin neyên darizandin, qetilkirina jinan jî zêdetir dibe. Di vê mehê de 22 jin rastî tundî û îstismara zayendî hatin.”

Albuma Nûçeyê