CÎHAN

Di hevdîtinên li gel Bexdayê de divê Kerkûk şertê yekem be

Dem : 29 Avrêl 2018 Sêşem

Serokê Meclisa Bajarê Kerkûkê Rêbwar Talebanî di axaftina xwe de bangî partiyên Kurdistanê kir û ragihand ku di hevdîtinên li gel Bexdayê de divê şertê yekem meseleya Kerkûkê be. Li Kerkûkê hêzên Iraqî ala Kurdistanê tînin xwarê. Ebadî niyet dike ku partiyek kurdî li Kerkûkê damezirîne.

Talebanî di axaftina xwe de got: “Divê şertê yekemîn yê PDK û YNK7ê di hevdîtinên avakirina hikûmeta nû ya Bexdayê de rewşa Kerkûkê be. Ji ber ku erebên sunî jî van şertan didin pêş. Divê kurd bi şertê bidawîanîna rewşa leşkerî ya Kerkûkê beşdarî hikûmeta Bexdayê bibin. Heya ku ev şertên me neyê qebûlkirin divê di hikûmetê de cih negrin.”

Rêbwar Talebanî di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: “Li Kurdistanê di hibijartinê de PDK yekem û YNK jî duyem derket. Niha nûnerên herdu partiyan jî li Bexdayê ji bo avakirina hikûmetê bi partiyên şiî re hevdîtinan pêk tînin. Li gor min divê herdu partî bi şertê bicihanîna madeya 1407emîn di hikûmeta nû ya Bexdayê de bi cih bibin. Divê em wek berê bi sozan neyên xapandin. Dema ereb û şiî hikûmetê ava dikin sozên ku didin kurdan jibîr dikin.” BEXDA

Albuma Nûçeyê