NÛÇE

Di hefteya 76’emîn de jî Nobeda Edaletê girtin

Dem : 25 Kewçer 2018 Pêncşem

Bi tevlêbûna gelek parêzeran, di hefteya 76’emîn de li ber Edliyeya Çaglayanê çalakiya Nobeda Edaletê hat lidarxistin. Di çalakiyê de parêzeran destnîşan kir ku ew li ser navê daraza ku dîl hatiye girtin li wirin û diyar kir ku tu êrîş û zordestî dê nikaribin rêxistinbûna wan têk bibin

Parêzerên Stenbolê, di hefteya 76'emîn de ji bo ku parêzerên girtî bên berdan û zextên li ser hiqûqnasan bi dawî bibin, li ber Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê kom bûn û Nobeta Edaletê berdewam kirin. Di çalakiya Nobeda Edaletê de gelek parêzer amade bûn û pankarta ‘Ji bo herkesî edalet’ hatibû vekirin. Li ser navê çalakvanan, seroka Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Çanakkaleyê Prz. Guneş Pehlîvan axivî û  diyar kir ku ew li ser navê daraza ku dîl hatiye girtin, li Çaglayanê kom bûne.

Di berdewamê de jî Pehlîvan anî ziman ku li welatên hiqûqî û di rejîmên demokratîk de daraz serbixwe ne û wiha domand: “Li tu welatên hiqûqî, parêzer ji ber bibîrxistina mafê bêdengbûna muwekîlê xwe, nehatine girtin. Tu rojnameger ji ber nûçeyên ku çêdikin, yek bi yek nehatine girtin. Tu dadger bi awayekî kêfî cihê wan nehatiye guhertin. Tu ronakbîr ji ber belavokekê nehatine lînçkirin û tu meqaman ji bo serlêdana parastina jinan ne gotine ‘Hûn ê sibê bi hevjînê xwe re li hev werin, em ê jî xerab bên nîşandan.’”

‘Tu êrîş dê nikaribin rêxistinbûna me têk bibin’

Guneş Pehlîvan diyar kir heya ku hemû astengiyên li dijî serbixwebûna darazê tên rakirin, dê têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tu êrîş, zordestî û înfazên darazê, nikarin piştevanî û rêxistinbûyîna me têk bibin.”

Dê li dijî neheqiyê derbikevin

Di çalakiyê de parêzerê stajyer Emre Erdal jî bal kişand ser rewşa parêzerên stajyer û wiha got: “Li gel hemû şert û mercan em ê hiqûqê biparêzin û li dijî bêhiqûqiyê derbikevin.” Piştî axaftinan, çalakiya Nobeda Edaletê ya vê hefteyê jî bi dawî bû. STENBOL - MA

Albuma Nûçeyê