POLÎTÎKA

Di fitrata wan de heye!

Dem : 02 Pûşper 2018 Şemî

Reşo Wasif

Li Tirkiyeyê ji dema komar hatiye avakirin ve desthilatdar pişta xwe dane olê û rûyê xwe yê rast wisa nixumandine. Di dema derbeya faşîst a 12’ê Îlonê de jî ji bo ‘îrşadê’ ango ‘ronî’kirinê mizgeft wekî platformên siyasî û bîrdozî yên bilindkirina tirkbûnê hatin bikaranîn. Heta ji wê serdemê ve ye li vî welatî vekirina lîseyên îmam û xetîban wekî polîtîkayeke esasî a dewletê hê jî li dar e.

Îcar heke em werin ser desthilata herî demdirêj a Tirkiyeyê – AKP ji 2002’yan ve li ser postê îktîdarê ye- tu hikûmeteke bi qasî hikûmetên AKP’ê îstîsmara olî nekir. Lê bifikirin ku serokwezîrê demê Tayyîp Erdogan piştî Komkujiya Somayê ku 301 karker di kana komirê de jiyana xwe ji dest da got ku di fitrata wan de mirin heye. Dîsa heman Erdogan rabû û li hemberî xuliqandina Xwedê derket û got; jin û mêr di fitratê de ne wekî hev in.

Diyaneta Erdogan radibe mehra kur û zirdayikê nîqaş dike, zewaca zarokan erê dike û hemû mizgeft û mînber kirine platforma siyaseta Erdogan. Hin ji wan radibin dibêjin; Em heta Erdogan nekin serokdewlet, em ê nêzî zewceyên xwe nebin. Yek radibe û dibêje; Heke ez Erdogan û dayika xwe li ser nivînan jî zeft bikim ez ê kêm û qisûrê di dayika xwe de bibînim. 

Hin ji wan sofiyên sextekar û ajîtator ên di cemaetan de ne jî ji niha ve Erdogan wekî xelîfe îlan dikin. Navê Erdogan û Xwedê, navê Erdogan û pêxemberê ummetê bi hev re zikir dikin. Heta parlamenterekî wan ê Sêrtê hebû; Yasîn Aktay xwestibû ku selewat li ser Erdogan û malbata wî were anîn.

Dîsa yek ji cemaet û terîqên mezin a neqşiyan radibin û hevaltî û hogirtiya bi Erdogan re wekî hevaltî û hogirtiya bi sehebeyan re muqayese dikin. Bêedebek radibe û dibêje; di hilbijartinan de ji bo silameta îslamê lazim e mirov dengê xwe bidin Erdogan. Kurê Erdogan; Bîlal jî radibe dema behsa cenabê Hz. Muhammed dike wî wekî ‘muteşebbîs’iyê bi nav dike û hewl dide bibêje beriya 1400 salan çawa ku Hz. Muhammed rabû muteşebbîsê îro jî Tayyîp Erdogan e.

Edeba mirov rê nade ku mirov gotinên van sextekar û dînfiroşan yek bi yek bi bîr bixe. Bes li hemberî vê kufra tê kirin jî sed mixabin ne bertekek ne jî reaksiyoneke wijdanî nayê nîşandan. Yek ji ayetên Xwedê ye ku dibêje; “Heta hûn xisletên xwe neguherînin, Xwedê hukma der barê we de naguherîne”(Sûreta Ra’d ayeta 11’an)

Ji bo silameta dîn û diyaneta xwe mirov lazim e dawî li vê sextekariyê bîne û nebe şirîkê kufra ku tê kirin. Yek ji hedîsên cenabê pêxember e û pê dixwaze li dijî van zaliman têkoşîn were dayîn. Hz. Muhammed wiha dibêje; “Heke we li cihekî zilm dît bi destê xwe wê ji holê rakin. Heke qeweta we negihîştê bi zimanê xwe sererast bikin. Heke ku qeweta we negihîşt vê ya jî bi dilê xwe buxz bikin. Ev jî dereceya herî qels a îmanê ye.”

Îcar defkirina vê belaya hanê di heman demê de dê serkeftina rastiyê ya li dijî kufr û zilmê be jî. Fermana Xwedê û hedîsên pêxemberê wî wekî zeraqa tavê li holê ye. Ev hilbijartinên li pêşiya me wekî ku AKP’î îdia dikin û pê gunehkar dibin; ne ji bo îslamê yan jî oleke din e. Heke AKP neyê hilbijartin tu tiştek ji îslamê kêm nabe lê berovajiyê vê yekê heke bi hîle û desîseyên xwe dîsa li ser hikum bimîne wê demê dê zirareke mezin bide îslamê.

Albuma Nûçeyê