NÛÇE

Di dawetê de gule avêtin: Jinek bi giranî birîndar bû

Dem : 12 Kewçer 2018 În

NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Farqînê di dawetekê de beşdarên dawetê bi awayekî bêserûber gule berdan. Di encamê de guleyek bi serê welatiya bi navê Remziye Gosteran ket. Li gorî agahiyên ji malbatê, rewşa Gosteren ku niha li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tê dermankirin di astekî krîtîk de ye

Şevê din li gundê Hacîca yê navçeya Farqîn a Amedê beşdaran di dawetê de bi awayekî bêserûber gule  avêtin. Hat zanîn ku di dema avêtina guleyan de, guleyek ku nehat zanîn ji hêla kê ve hatiye avêtin, bi serê welatiya bi navê Remziye Gosteren (40) ket û bi giranî birîndar bû.

Bi qewimîna bûyerê re jî şêniyên gund Gosteran demildest rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê. Hat zanîn ku rewşa Gosteren giran bû û li ser vê yekê jî ji Nexweşxaneyê ya Dewletê ya Farqînê sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hat kirin. Li gorî agahiyan, Gosteren niha li Beşa Lênêrîna Giran a Nexweşxaneyê tê dermankirin.

Têkildarî mijarê malbatê agahî dan û destnîşan kir ku rewşa Gosteren her ku diçe girantir dibe. Malbatê da zanîn ku bijîşk der barê rewşa Gosteren de agahî dane û diyar kiriye ku xetereya li ser jiyana Gosteren berdewam e.

Albuma Nûçeyê