NÛÇE

‘Di cotmehê de rojnamegerek hat kuştin û 42 jî hatin darizandin’

Dem : 03 Sermawez 2018 Şemî

ÎRA’yê bi daxuyaniyekê bîlançoya binpêkirinên di meha cotmehê de bi raya giştî re parve kir. ÎRA’yê da zanîn ku di vê mehê de 15 rojnameger hatin binçavkirin, rojnamegerek hate girtin, 42 rojnameger hatin darizandin, 5 rojnameger bi 12 sal 6 meh û 27 rojan  hatin cezakirin û rojnamegerek jî hatiye kuştin

Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA), li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora binpêkirinên di meha cotmehê de, bi daxuyaniyekê parve kir. Di civîna çapemeniyê de berdevkê ÎRA'yê Hakki Boltan û edîtora JINNEWS’ê Roza Metîna amade bû. Di daxuyaniyê de Boltan da zanîn ku 172 rojnameger girtî ne û di cotmehê de 15 rojnameger hatin binçavkirin û 42 rojnameger jî hatine darizandin.

Hakki Boltan di serî de kuştina rojnameger Cemal Kaşikçi ku di 2’yê cotmehê de Konsolosxaneya Erebistana Siûdî ya li Stenbolê hatiye kuştin bi bîr xist û wiha got: “Em kujeran şermezar dikin. Em dixwazin kujer bên girtin û darizandin. Di doza xebatkarê rojnameya Azadiya Welat a ku bi KHK'ê hatiye girtin Kadrî Bagdu ku di 14’ê cotmeha 2014’an de li taxa Ova ya Seyhan a Edeneyê hatibû qetilkirin de, tu pêşketin çênebûn. Em vê yekê şermezar dikin. Tevî lixwemikurhatina endamê DAIŞ’ê Servet Koç jî doz nehat zelalkirin.”

Kaya bi bîr anî

Boltan midûrê Herêma Amedê yê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK’ê hatibû girtin, Kadrî Kaya jî bi bîr anî û wiha domand: “Di roja 29’ê cotmehê de kedkarê mezin û mirovê pîroz ê çapameniya Azad, mamoste û rojnameger Kadrî Kaya  ji ber nexweşiya bê eman çû ser dilovaniyê. Em ji ber wefata mamoste Kadrî, ji malbata wî, kedkarên çapameniya azad û hemû dost û hezkiriyên wî re sersaxiyê dixwazin.” 

Gefên li ser rojnamegeran

Di berdewamê de jî Hakki Boltan ev tişt destnîşan kir: “Êdî medyaya muxalefet nikare li Tirkiyeyê frekansa peykê bikire û weşanê di ser peykê de bike. Zema bêsînor a li ser kaxiz jî bû sedema girtina gelek rojnameyên nivîskî. Cezakirina rojnamegeran jî di heman çarçoveyê de tê kirin. Li gelek rojnamegeran ‘cezayê kontrola edlî’ tê birîn û maf û derfeta nivîsandinê ji destê wan tê derxistin. Hinekan jî bi cezayê pereyan ditirsînin. Gelek rojnameger li ber deriye dadgehan tên bêzarkirin. Hevpîşeyên me yên girtî li ser ên derve wek zext û gefek tên bikaranîn. Li gel hemû zor û zehmetiyan hevpîşeyên me yên ku kar jî dikin bi serdagirtina mal û cihê wan ên xebatê gef li wan dixwin û dixwazin wan bitirsînin.” 

Daneyên meha cotmehê

Herî dawî jî Boltan ev dane parve kirin: “Di vê mehê de 172 rojnameger girtîne, 15 rojnameger hatin binçavkirin, rojnamegerek hate girtin,  li rojnamegerekî doz hat vekirin, 42 rojnameger hatin darizandin, 5 rojnameger bi 12 sal 6 meh û 27 rojan  hatin cezakirin,  rojnamegerek hat kuştin, rojnamegerek hate sirgunkirin,  2 rojnameger hatin berdan,  6 rojnameger jî ji kar hatin derxistin.” AMED

Albuma Nûçeyê