NÛÇE

Di çalakiyên gerîla de 15 leşker mirin

Dem : 08 Sermawez 2018 Pêncşem

Li herêmên Barzan û Sîdekan ên başûrê Kurdistanê û li Çelê di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 15 leşkerên tirk hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn. Li Zapê jî droneyek artêşa tirk hat xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li herêmên Barzan û Sîdekanê û der barê operasyonên artêşa tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniyê de deştnîşan kir ku hêzên wan di 7'ê mijdarê de li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa tirk a li ser Tepê Xwedê çalakiyek pêk anî. HPG’ê aşkera kir ku ji sê baskan ve li çeper û stargehên artêşa tirk xistine û di encama çalakiyê de 5 çeper hatine rûxandin û 10 leşker hatine kuştin.

Di berdewamiyê de HPG’ê da zanîn ku di heman rojê de li dijî leşkerên tirk ên li ser Girê Lêlîkanê yê li herêma Sîdekanê ya başûrê Kurdistanê çalakiyek pêk anîne.  HPG’ê diyar kir ku derbên giran li çeper û stargehên leşkeran hatine xistin, di encamê de çeper hatin rûxandin û 2 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

HPG’ê aşkara kir ku hêzên wan ên YJA Starê di roja 7'ê mijdarê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li artêşa tirk a li ser Girê Şehîd Botan xistine. HPG’ê destnîşan kir ku di encama çalakiyê de derbên xurt li leşkeran hatin xistin û 3 leşkerên tirk hatin kuştin.

HPG’ê ragihand ku di 7'ê mijdarê de droneyeke ku li ser qada Kela Bêdehê ya herêma Zapê difiriya û keşf dikir, ji aliyê hêzên wan ve hat xistin.

Li Colemêrgê şerekî giran qewimî

Di dawiya daxuyaniya xwe de jî HPG’ê ev agahî parve kir: “Artêşa TC a dagirker 28'ê cotmehê li herêmên Geliyê Marînos û Anîtosê yên Colemêrgê dest bi operasyonê kirin. Di operasyonê de di navbera leşkerên dagirker û hêzên me de şerekî giran qewimî. Gelek leşkerên dijmin hatin kuştin û birîndar bûn. Di vî şerî de hevalên me Andok Gewda, Andok Çaldiran û Çiyager Zagros ên bi lehengî li dijî yekîneyên dijmin şer kirin, şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd, piştî ku zelal bûn dê werin aşarekirin." BEHDÎNAN 

 

Albuma Nûçeyê