JIN

Dewre bi şahiyek bi dawî bû

Dem : 01 Pûşper 2018 În

Di 15’ê nîsanê de dewreya perwerdeyê ya ragahandinê ji bo 21 endamên jin ku di dezgeh û saziyên ragihandinê de dixebitîn li Akademiya Şehîd Fayîq a Ragihandinê bi navê Şehîd Rûhenda dest pê kiribû, piştî 45 rojan bi şahiyekê bi dawî bû.

Di şahiya bi dawîkirina dewreyê ku hat lidarxistin de gelek endamên raghandinê yên ji herêma Cizîrê her wiha berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd û gelek kesên din amade bûn. Di şahiya ku bi silavkirina mêvanan hat destpêkirin de Ronîda Hecî ya ku tevli dewreyê bibû axaftinek kir û wiha got: “Ev dewre ji bo naskirina dîrok û rastiya xwe ji bo me jinan şansek bû. Dema ku mirov dîroka xwe nas neke mirov şêweyê jiyana xwe jî nasnake. Em sozê didin Rûhenda ku em kameraya wê li erdê nahêlin, em ê rastiya jinan û têkoşîna wê derxînin holê.”

Her wiha dewreya perwerdeyê bi gerandina govendê bi dawî bû. QAMIŞLO

Albuma Nûçeyê