NÛÇE

Dewletê nehêla ku malbat şîna zarokê xwe bigire!

Dem : 11 Tîrmeh 2018 Çarşem

Kadrî ESEN/AMED

Hêzên dewleta tirk bi hinceta ku ‘şîna şervanê YPG’ê danîne’ bi ser Mala Şînê ya Fêra ya Farqînê de girtin û derî qifl kirin. Bavê şervanê YPG’ê binçavkirin û keyayê gund jî bi hinceta ku destûr daye li mala şînê taziyeya xwe deynin, hate binçavkirin 

Ji roja destpêkê ya êrîşên hikûmeta AKP’ê û dewleta tirk ên li ser gelê kurd heta niha, binpêkirin û bûyerên ku di wijdana mirovahiyê de birînên mezin vedikin, pêk hatin. Li hêlekê xerabkirina bajarên kurdan, li hêlekê koçberkirina bi milyonan kurdan, li hêlekê dagirkirina Efrînê, li hêlekê êrîşên li dijî Başûr û li aliyê din jî êrîşkirina gor û goristanên zarokên kurdan.

AKP ku xwe bi ‘olperestiyê’ penase dike, di dema şerê li dijî gelê kurd de hemû pîvanên mirovahiyê binpê kirin û ev binpêkirin didome. Bi dehan caran goristanên zarokên gelê kurd hatin bombebarankirin û li gelek deveran jî kêlên gorên şervanan hatin şikandin. Ji Goristana Xerzanê heta yên Licê, Yenîşehîr û Geverê, li gelek deveran goristan hatin texrîbkirin û cenaze ji gorên wan hatin derxistin.

Bi ser mala şînê de girtin

Asta hovîtiyê ewqas hat pêşxistin ku êdî ne tenê xerabkirina goristanan, parçekirina cenazeyên gerîlayên HPG/YJA Starê û teşhîrkirina wan, AKP'ê şîngirtina wan jî  li gelê kurd qedexe kir û kir sedema sûc. Yek ji van bûyerên dijmirovî jî li gundê Fêra yê Farqîn a Amedê qewimî. Li gundê Fêrayê, bi hiceta ku şîna şervanê YPG'ê Volkan Bayka (Ciwan Boşat) lê hatiye danîn, leşkeran di berbanga vê sibehê de bi ser Mala Şînê ya Fêra de girt.

Bav Bayka hate binçavkirin

Hat zanîn ku di encama serdegirtinê de wêneyên şervanê YPG’ê Bayka hatin desteserkirin, deriyê mala şînê hate qifilkirin û leşkeran nifte jî bi xwe re bir.  Hêzên dewletê tenê bi vê binpêkirina dermirovî re jî bi sînor nema. Her wiha li navenda Farqînê jî polîsan bi ser mala malbata Bayka de girt û bav Mustafa Bayka binçav kir.

Mohra keyayê gund jê standin

Hêzên dewletê bi hinceta ku destûr daye malbata Bayka ku şîna zarokê xwe li mala şînê deyne, keyayê gund Alî Bakicî jî binçav kir.  Têkildarî mijarê şêniyên gund axivîn û diyar kirin ku leşkeran wiha ji keyayê gund re gotiye: “Dozger ji me re got ku ‘keya çawa destûr dide şînên 'terorîstan' ku li mala şînê bê danîn û wî ji min re bînin.’" 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şervanê YPG’ê Volkan Bayka (Ciwan Boşat) di 6’ê tîrmeha 2018’an de li gundê Şadiya yê Raco ya Efrînê şehîd bû.

Albuma Nûçeyê