EKOLOJÎ

Dewleta tirk xwezaya Kurdistanê tune dike!

Dem : 02 Tîrmeh 2018 Duşem

Hêzên artêşa tirk li Kurdistanê xwezayê qir dike. Artêşa tirk a ku li dijî hêzên gerîlayên PKK’ê derbên giran dixwe, li Şemzînanê bi hezaran hektar ji daristanên herêmê şewitandin. Şêniyên herêmê bang li mirovahiyê kir ku pêşî li vê hovîtiyê bigirin

Dewleta tirk li Kurdistanê ne tenê gelê kurd, her wiha tunekirina temamiya xwezaya wê jî daye pêşiya xwe. Dewleta tirk a ku li bakur, rojava û başûrê Kurdistanê êrîşî gelê kurd û destkeftiyên wan dike, bi hinceta şerê li dijî gerîlayên PKK’ê xwezaya Kurdistanê bi awayekî hovane tune dike.

Navçeya Şemzînan a Colemêrgê ku sînorê wê bi bajarên başûr û rojhilatê Kurdistanê re heye, bi xwezaya xwe ya bedew ve cihekî taybet e. Şemzînan ku çiya û newalên wê bi daran xemilnadîne, di heman demê de bihûşta bi sedan cureyên giha û sewalan e. Tevî gelek darên fêkiyan, bi hezaran sewal li çiyayên wê hene. Ev bihûşta xwezayî rastî hovîtiya dewleta tirk tê. Dewleta tirk a ku bi hezaran hektar daristanên li herêmê şewitandin, bi hezaran sewal jî qetil kirin.

Daristan bi rojan şewitî

Hat zanîn ku li gelek deverên di navbera bajarokê Rûbarok ê Şemzînanê û başûrê Kurdistanê de leşkerên tirk agir berdane daristanan. Şewata li daristanan bi rojan dewam kir. Leşkerên li qereqolên li ser sînor bi zanebûn daristanên li herêma Rûbarokê dişewitînin.

Nîşaneya barbariyê!

Şewata ku ji ber leşkerên tirk bi daristanê ket, mehekê dewam kir. Bi rojan dû bi ser gundên Rûbarokê ket. Gundiyan hewl dan ku agir vemirînin lê leşkeran nehiştin. Li gorî agahiyan, leşkerên li kalekolan bi taybetî bi şevê benzîn li daristanan kirine û ew şewitandine. Benzîn jî bi şêweyê heyv û stêrkê (nîşaneya ala tirkan) li daristanê kirine û ew şewitandine.

Gundiyên li herêma kalekolan û ser sînor anîn ziman ku leşkeran bi zanebûn agir berdane daristanan. Şêniyên herêmê ku ji ber ewlehiyê navê xwe nedan destnîşan kirin ku leşkeran benzîn li daristanê kiriye.

Gundiyan bang li mirovahiyê kir

Yek ji şêniyên herêmê têkildarî mijarê ev agahî parve kirin: “Çiya û newalên di navbera Rûbarok û başûrê Kurdistanê bi daristanan xemilandîne. Gelek sewal li van daristanan dijîn. Leşker bi taybetî bi şevê agir berdidin daristanan. Di meha bihûrî  de leşkerên li kalekolên di navbera Rûbarok û başûrê Kurdistanê de, bi şêweyê heyv û stêrkê benzîn li daristanê kir û ew şewitandin. Şewata li daristanên herêmê mehekê dewam kir. Me xwest agir vemirînin lê nehiştin. Ji ber şewatê hem daristanên aliyê me, hem jî yên li aliyê başûrê Kurdistanê şewitîn. Ji ber şewatê bi rojan dû bi ser gundên herêma Rûbarokê ket. Leşkerên dewletê li vê derê hem daristanan dişewitînin, hem jî sewalan dikujin. Em ji vê derê bang li mirovahiyê dikin: Demek zûtir bila li dijî van kiryarên dermirovî yên dewleta tirk derkevin.” COLEMÊRG

Albuma Nûçeyê