NÛÇE

Dewleta tirk li Sêwasê 3 hezar çete perwerde dike

Dem : 26 Avrêl 2018 Şemî

NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta tirk ku bi armanca dagirkirina bakurê Sûriyeyê û tunekirina destkeftiyên gelê kurd ji her alî ve êrîş dike, piştî ku bi hevkariya hêzên navneteweyî û terorîstên DAIŞ û El Qaîdeyê Efrînê dagir kir, niha jî dixwaze vê dagirkeriyê mayînde bike. Di vê çarçoveyê de jî çeteyên ku li Tirkiyeyê tên perwerdekirin, li Efrînê tên bicihkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA), dewleta tirk ji bo mayîndekirina dagirkeriya xwe ya li Efrînê li Akademiya Polîsan a Sêwasê bi tevlêbûna 3 hezar çete bi navê ‘Polîsên Azad’ dest bi perwerdeyê kir. Çavkaniyên ji akademiyê diyar kirin ku piştî perwerde bi dawî bû jî dê ev çete derbasî Efrînê bên kirin.

Perwerdeyê fermandarên tirk didin

Çavkaniyê da zanîn ku artêşa tirk pêncşema çûyî dest bi ‘Dewreya Komandos’ a perwerdekirina çeteyan kiriye. Çavkaniyê da zanîn ku di dewreyê de 3 hezar çete tên perwerdekirin û ev çete jî ji kesên sûriyeyî yên penaber pêk tên. Çavkaniyê daxuyand ku dê dewre 21 rojan bidome û wiha bi dawî kir: “Çete cilên polîsên tirk li xwe dikin û li ser cilên wan jî bi zimanê tirkî ‘polîs’ hatiye nivîsandin. Fermandarên tirk û polîsên taybet perwerdeyê didin.”

Destpêka dagirkeriyê

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta tirk piştî erêkirina Rûsyayê û Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ’ê, di 20’ê çileyê de bi hevkariya bi dehan komên çete yên DAIŞ û El Qaîdeyê dest bi êrîşa dagirkirina Efrînê kir. Di çarçoveya êrîşê de bi sedan sivîl hatin qetilkirin û bi hezaran jî birîndar bûn. Her wiha zêdetirî 200 hezar Efrînî hatin koçberkirin. Dewleta tirk a ku Efrîn dagir kir, ji bo mayîndekirina dagirkeriya xwe jî dest bi guherandina demografyaya herêmê kir û niha bi sedan malbatên çeteyên ji Xuta, Idlib, Şam û hwd li Efrînê bicih dike.

Talan û wêrankirin didome

Her wiha ji bo pêşîlêgirtina vegera gel jî efrîniyan direvîne, dikuje û îşkence dike. Li gorî agahiyên ji herêmê, heta niha bi sedan kes hatine revandin, malên wan hatine talankirin. Bi avakirina komên çete yên weke ‘polîs’ û ‘leşker’ re jî dewleta tirk dixwaze dagirkeriya xwe li Efrînê mayînde bike.

Albuma Nûçeyê